ROJEVA 1'Ê NÎSANA 2023'YAN 2023-04-01 09:00:00     * Malbata Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ên di meşa ji bo 60'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, ji bo beşdariya li çalakiya îsal ya bi dirûşmeya "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" bang kirin.    * Dr. Berkant Doran diyar kir ku li Hatayê kavil li deverên şil û cihên ku kon lê ne tên valakirin û got: "Eger ev kavil daxilî nava avê bibin, em ê nikaribin pêşî li nexweşînan bigirin."   * Mehmet Reşat Ocalan, xizmê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, anî ziman ku 4'ê Nîsanê rojbûna gelê kurd e û got: "Em ê bi hatina mevanan  kêfxweş bibin."   * Rêxistinên jinên kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin diyar kirin ku li dijî tecrîda girankirî bêtir pêwîstî bêtir bi tekoşîna jinan heye û gotin: "Heta ku Rêber Apo azad nebe pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareser nabin. Em tevgerên jin em soz didin ku em ê tecrîdê bişkinin."    * Komkujiyên ku Hîzbullahê di salên 90'î de kirine, bi êrişên HUDA PAR'ê yên li ser çalakiyên civakî dewam kirin. Şahît Îmam got: "Hîzbullah ji aliyê dewletê ve wekî hêzeke mobîlîze li cihekî tê sekinandin. Wer xuya dike ku dê di vê hilbijartinê de îhaleya ewlehiya sindoqan bidin HUDA PAR'ê."    * Akademîsyenê dilxwaz ê HADÎ yê Ewropayê Çetîn Gurer da xuyakirin ku armanca wan ew e ku 3 mîlyon hilbijêrên li Ewropayê bişînin ser sindoqan, dengên Partiya Çep a Kesk zêde bikin û got: “Ji ber ku em hilbijartinên dê bên kirin weke 'guhertina rejîmê' dibînin, me seferberî îlan kir.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 740’emîn de berdewam bike.    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê li Amed, Êlih û Îzmîrê çalakiya "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam bikin. (12.00-13.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaza darizandina kujeran bikin dê di hefteya 940'emîn de çalakiya xwe online berdewam bikin. (12.00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li ber Şaxa ÎHD'a Enqereyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê çalakiya xwe 575'an a "Rûniştina F" ku her hefte li dar dixin wê li ber avahiya komeleyê pêk bînin. (13.30)