Ji malbata Karaoglan û Dag banga ji bo Amarayê 2023-04-01 09:02:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbata Mahsûn Karaoglan û Mustafa Dag ên di meşa ji bo 60'emîn rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, ji bo beşdariya li çalakiya îsal ya bi dirûşmeya "Ji bo azadiyê ber bi Amarayê ve" bang kirin.    Amadekariyên ji bo meşa "Ji bo Azadiyê ber bi Amarayê ve" ku dê di 14'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de ber bi gundê Amarayê yê Xelfetiya Rihayê bê lidarxistin, temam bûn. Malbata Mahsûn Karaoglan û Mûstafa Dag ku di 2009'an de di meşa "Rêwîtiya ber bi rojê ve" de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin, ji bo beşdariya li meşa îsal bang kirin.    Li mintiqa Karataşê ya Bêrecûkê polîs û leşkeran êriş biribûn ser meşê ku bi deh hezaran kes tevlî bûbûn. Di van êrişan de Mûstafa Dag ê ji Pirsûsa Rihayê û xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Mahsûn Karaoglan ê ji Erxeniya Amedê jiyana xwe ji dest dabûn.    'EZ BI KURÊ XWE SERBILIND IM'   Dayika Dag Naîme û bavê wî Salîh Dag ên li gundê Qerûkê yê Pirsûsê dimînin, anîn ziman ku çendî pê êşiyane jî lê bi kurê xwe serbilind in. Dayik Dagê diyar kir ku kurê wê Mustafa bi coş û kelecaneke mezin ber bi Amarayê bi rê ketibû û wiha got: “Ji ber ku rewşa me ya aborî ne baş bû, kurê min bi karê înşaetê debara xwe dikir. Ew nû zewicî bû û 2 zarokên wî hebûn, yek 6 mehî û yê din 2 salî. Ji hêla her kesî ve dihat hezkirin, fêda wî digihîşt her kesî. Ji bo biçe Amarayê bi rê ket. Piştre telefonek hat. Ez bi telefonê hîn bûm ku kurê min şehîd bûye. Êşa ewladan giran e, lê disa ji ez serbilind im ku kurê min di wê rêyê de şehîd ketıye. Berî ku bigihêje wir li Bêrecûkê şehîd bû. Ew hê 25-26 salî bû, pir ciwan bû. Ne wijdan û ne jî rehmeta wan heye."   Bav Salih Dag jî anî ziman ku hê jî pê diêşe, lê belê serbilind e û wiha got: “Em bi hev re di înşaetê de dixebitîn. Em li bajarokê Elîgorê dixebitîn. Dema 4'ê Nîsanê hat got 'ez ê tevlî meşê bibim' û çû. Piştre telefon ji me re hat. Gotin werin Bêrecûkê. Paşê me fêm kir ku Mistefa şehîd bûye. Bombeya gazê li çavê wî ketibû. Me cenazeyê xwe wergirt û me ew anî gund û defin kirin. Em pê serbilind in."   'DEWLETÊ PÎROZBAHIYÊ HEZM NEKIR'   Bavê Mahsun Karaoglan ê li Erxeniyê dimîne Abdurrahman Karaoglan jî diyar kir ku kurê wî beriya ku biçe destûr ji wî xwestiye û got: "Ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Ocalan çû. Dewletê pîrozbahiyê hezm nekir. Di encama êrişên bi bombeyön gazê û guleyên plastîk ew û Mustafa Dag bi hev re bi giranî birîndar bûn û li Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê şehîd bûn."   'RÊ LI BER ME DIXIST'   Bav Karaoglan bilêv kir ku helbet gava behsa Mahsûn tê kirin li ber dikevin û got: "Ji şeş zarokên min ê biçûk ew bû. Gava jiyana xwe ji dest da xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê bû. Kekên wî dibêjin, em nikarin bibin wekî Mahsûn. Çimkî Mahsûn rê li ber me dixist. Hez ji hevalên xwe dikir."    BANGAWAZÎ   Karaoglan anî ziman ku Amara yek ji xetên sor ên gelê kurd e û wiha got: "Çawa ku Newroz ji bo kurdan roja pîrozbûn û xwedîderketina li kurdan e, divê bi heman awayî xwedî li rojbûna Ocalan jî bê derketin. Divê her kes beşdar bibe. Çawa ku Kawayê Hesinkar serî li ber Dehaqê zalim rakir û Newroza pîroz afirand, îro ji ber ku serhildana Ocalan li dijî zilmê ye, rojbûna wî ji bo gelê kurd rojeke pîroz e."