Li Edeneyê protestoya binçavkirin û girtinan: Em ê neqedin 2023-05-27 16:39:45   EDENE - Meclisên Ciwanan ên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê girtina 7 kesên li Mêrsînê şermezar kirin û xwestin bên berdan.    Meclisa Ciwanan ên HDP û Partiya Çepên Kesk ên Edeneyê girtina 7 kesên li Mêrsînê li Parka Înonuyê şermezar kirin. Meclisan li parke daxuyanî da û Partiya Çepên Kesk a Edeneyê Tulay Hatimogûllari û rêveberiyên partiyan tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Zext nikarin me bêzar bikin û teqez wê faşîzm têk biçe” hat vekirin û dirûşm hatin berzkirin.    'EM Ê PAŞVE GAV NEAVÊJIN’    Endamê Meclisa Ciwanan a Edeneyê Mahmût Dalmiş daxuyanî da û diyar kir ku hevalên wan û welatparêz ji ber xebatên partiyê yên siyasî hatine girtin û got: “Em ê li dijî vê faşîzmê gavek paşve neavêjin. Ji bo siberojek azad û demokratîk wê têkoşîna me berdewam bike.”    'NIKARIN TÊKOŞÎNA ME BIQEDÎNIN’    Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya jî bertek nîşanî girtinan da û xwest hevalên wan demildest bên berdan. Parlamenter Tulay Hatimogûllari jî bertek nîşanî pêla binçavkirinan û girtinan da û got: “Em ê li dijî faşîzmê gavek paşve neavêjin. Ji berk u ciwan mafên xwe yên bingehîn dixwazin dibin hedefa îktidarê û daraza wê. Wê têkoşîna me neqede.”    Piştî daxuyaniyê, girseyê li sûkê belavokên bo çûna ser sindoqan belav kirin.