Li Wanê Şukru Koçak jinekê qetil kir 2023-05-27 20:05:49   WAN - Li Taxa Şabaniyeyê Şukru Koçak hevjîna xwe Fatma Ûgûrê qetil kir.    Li Taxa Şabaniye ya navçeya Artemêtan a Wanê Şukru Koçak, hevjîna xwe Fatma Ûgûrê qetil kir. Piştî ku cînaran gilî kir polîs û tenduristkar hatin cihê bûyerê. Hat diyarkirin ku kujer Şukru Koçak jî ji cihê bûyerê reviyaye.    Hat hînkirin ku zarokek Ûgûrê heye û bi awayekî sîstematîk rastî şideta Şukru Koçak hatiye.