ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-28 09:00:37   * Waniyan diyar kir ku heya tecrîda li Îmraliyê bidome, dê rewşa aborî ya li Tirkiyeyê baş nebe û xwestin hevdîtin bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re bê kirin.    * Parêzer Sertaç Ekîncî yê lawê Yûsûf Ekîncî yê hate qetilkirin diyar kir ku beraetkirina bersûcên Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê biryareke siyasî ye û wiha got: “Em têkildarî pêşeroj û demokrasiya Tirkiyeyê weke biryareke xemgîn dinirxînin.”   * Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 797'an de didome.    * Ji bo tûra 2'yan a hilbijartinên serokkomariyê, dê li 81 bajaran zêdetirî 60 milyon dengdêr biçin ser sindoqan. (08.00-17.00)   * Hevserokên giştî û hevberdevkên partiyên siyasî dê biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.