Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê 2024-04-24 21:05:34   ÊLIH – Di lêgerîna 3 saetan a polîsan a li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Êlihê de ajandayên jinan hatin desteserkirin. Polîsan wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din ên hatin qetilkirin avêtin erdê.   Polîsan saet li derdora 15.00’an avêtin ser avahiya Rêxistina Bajêr a Êlihê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û lêgerîna wan a li avahiya partiyê bi dawî bû.   Sedema serdegirtinê wekî" îxbarê" a der barê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hat nîşandan. Polîs bi hinceta vê "îxbarê" bêyî ku biryara lêgerînê nîşan bidin ketin avahiya partiyê. Polîsan di lêgerîna ku nêzî 3 saetan dewam kir de avahiya partiyê belawela kirin û dest danîn ser hin eşyayên li avahiyê.    Polîsan li hemû odeyên partiyê geriyan û wêneyên Îpek Er, Denîz Poyraz û jinên din ên hatin qetilkirin tomar kirin û ew avêtin erdê. Polîsên ku wergera Kurdî ya Qur'ana Kerîm ya li avahiya partiyê jî tomar kirin, çîçekên li odeya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê jî belav kirin. Polîsan wêneyê Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) a Amedê Vedat Aydin ê ku di sala 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, ji çarçoweyê derxistin û wêne avêtin erdê. Polîsan wêneyên kesên di rêya demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane jî tomar kirin û hin ji wan hildan û avêtin erdê.   Polîsan ajandayên jinan, Kovara Jinelojî û pirtûkên jinan desteser kirin û piştre ji avahiya partiyê derketin. Girseya ku li ber avahiyê kom bû jî dema polîsan derketin bertek nîşanî dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil" û "Zext nikarin me bitirsîne" berz kirin.