QSD û YPJ'ê li konvoya ku xwest nêzî Kobanê bibe xistin 2026-01-20 23:00:24   NAVENDA NÛÇEYAN -Şervanên QSD û YPJ'ê li konvya komên paramîlîter xist ku ji Sîrînê nêzî Kobanê dibû.    Li gor nûçeya ANF'ê ku spartiye çavkaniyên leşkerî, komên paramîlîter ên ji aliyê HTŞ'ê û Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, xwestin bi konvoyan ji bajarê Sirînê ber bi Kobanê ve herin, lê şervanên QSD û YPJ'ê, li konvoyê xistin. Gelek wesayîtên komên paramîlîter hatin îmhakirin û gelek wesayît jî derb xwarin.