Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin

  • rojane
  • 16:09 5 Kanûn 2021
  • |
img
COLEMÊRG - Li Colemêrgê, polisan rojnameger Mîmar Kaya ku nûçeyek dişopand binçav kirin. 
 
Li Colemêrgê, Xwediyê Îmtiyazê yê Colemêrghaberê Mîmar Kaya ku nîqaşa di navbera polisê tevgera taybet û ajokarê serwîsa rêwiyan a navbajar de kişand ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Bi hinceta ku "dîroka qertê wî derbas bûye" polisan Kaya bi xwe re birin qereqolê. Beriya ku polis wî bibin qereqolê Kaya, li ser hesabê xwe twîtterê ragihand ku polis wî binçav dikin û dibêjin ku dîroka qertê wî yê çapameniyê yê aktîf derbas bûye.