DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand

  • rojane
  • 22:27 5 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - DAIŞ'ê gundê Lihêban ê navçeya Sergeran ku duh bi şev êriş biribû ser şewitand.  
 
Duh bi şev endamên DAIŞ'ê êriş biribûn ser gundê Lihêban ê navçeya Sergeran a Kerkûkê. Gundiyan ji ber êrişê daxwaz ji artêşa Iraqê û pêşmergeyan kiribûn ku bi hewara wan ve herin, lê ne artêşa Iraqê û ne jî pêşmerge bi hewara gundiyan ve neçûbûn. Li ser vê xelkê gund li dijî DAIŞ'ê parastina xwe kiribû û îro berê êvarê neçar ma ku gund vala bikin û jê derkevin. 
 
Li gorî hin dîmenên li ser medya sanal hatine belavkirin, diyare ku piştî terikandina gundiyan endamên DAIŞ’ê ketine nava gundê Lihêban û xaniyên welatiyan dişewitînin.  
 
Heta niha gelek caran endamên DAIŞ’ê êrişê gundê Lihêban kirine.