Zaroka ku li bendavê xwe li avê dida xeniqî

  • rojane
  • 13:04 15 Tebax 2022
  • |
img
AMED - Zaroka 14 salî ya bi navê Mîzgîn Kaçmaz ji bo ku hênik bibe keta Bendava Gêlê û xeniqî.
 
Zaroka 14 salî ya bi navê Mîzgîn Kaçmaz bi malbata xwe re ji bo geştê çû Bendava Gêlê. Kaçmaz ji bo ku xwe hênik bike kete ava bendavê û tê de xeniqî. Malbat pê hesiya ku zaroka wan winda ye û lê geriyan. Welatiyên li derdorê cenazeyê zaroka ku xeniqîbû di nav ava bendavê de dîtin. Kaçmaz rakirin nexweşxaneyê û li gel hemû hewldanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Cenazeyê Kaçmaz, piştî kar û barên otopsiyê li Amedê hat defînkirin.