HDP’ê pêşnûme da Meclisê: Bila sûcên SMO’yê bên lêkolînkirin

  • rojane
  • 15:14 15 Tebax 2022
  • |
img
ENQERE - Serokwekîlên Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç bi mebesta lêkolînkirina sûcên SMO’yê yên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dike, pêşnûme da Meclisê. 
 
Serokwekîlên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Sarûhan Oluç, ji bo lêkolînkirina sûcên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO-OSO) yên weke xespkirin, îşkence, talan, tacîz, tecawiz, înfaz û hwd. ku li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de dike, pêşnûmeyek da Meclisê. Di pêşnûmeyê de ji Meclisê hat xwestin ku were lêkolînkirin bê ka ev hêzên paramîlîter çawa piştgiriyê digirin, alîkariya lojîstîk û madî ji wan re çawa tê şandin. 
 
‘AKP’Ê EV KOMÊN ÇEKDAR BI KAR ANÎ’
 
Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku van komên behsa xeberê di nava 10 salan de gelek sûc kirin lê desthilatdariya AKP’ê jinedîtî ve hat û ev tişt hatin gotin: “Di sala 2011’an, bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re gelek komên çekdar ên girêdayî El Qaîdeyê derketin. Desthilatdariya AKP’ê jî di operasyonên xwe yên leşkerî de hinek jê DAIŞ’î, ev komên çekdar bi kar anî. Rêveberiya di bin kontrola xwe de dewrî SMO’yê kir. Di raporên Komîsyona Lêkolînkirina Sûriyeyê ya Serbixwe ya Navneteweyî ku girêdayî Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) de jî diyar bû ku ji revandina sivîlan heta girtinên keyfî, tecawiz û talankirina mal û milkê gel, SMO’yê gelek sûc kirine. Di raporê de tê gotin ku desthilatdariya Tirkiyeyê ji bo pêşîlêgirtina van sûcan tiştek nekiriye.” 
 
‘GELO KÎ VAN KOMA DIPARÊZE’
 
Bi domdarî ev tişt hatin parvekirin: “Sekreterê Giştî yê Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Kumî Naîdoo jî di raporeke din de got ku ev komên Tirkiye piştgiriya wan dike, sûcên giran ên şer dikin û derheqê Wezareta Karên Derve de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Lê piştre tu daxuyanî bi raya giştî re nehatin parvekirin. Ji Yekitiya Ewropayê (YE) heta Konseya Ewropayê û rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, tevan jî gotin ku van koman li dijî kurdan binpêkirinên giran kirine. Tevî raporan jî ev sûc domiyan. Desthilatdariyê ev 10 sal in çavên xwe li hemû sûcên van koman girtine. Hemû pêdiviyên wan pêşwazî kir, ew parastin. Divê TBMM bikeve dewrê û sûcên li dijî mirovahiyê jî di nav de, sûcên ku van koman di bin navê SMO’yê de kirine lêkolîn bike. Her wiha divê vekole bê ka ev hêz çawa tên parastin û alîkariya madî û lojîstîkî ji ku digirin.”