Li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest da 3 jî birîndar bûn

  • rojane
  • 17:31 15 Tebax 2022
  • |
img

COLEMÊRG - Wezareta Parastinê ragihand ku li Şemzînanê leşkerekî jiyana xwe ji dest daye, 3 leşker jî bi “qezayekê” birîndar bûne.

Wezareta Parastinê, ragihand ku di lêgerîna erd a navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkerê bipeyman Atakan Çakir bi “qezayekê” jiyana xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.  

Çavkaniyên herêmî jî ragihandin ku li herêma Garê hefteyeke lêgerînên mayînê nayên kirin, bûyera qewimî dibe ku pevçûnek be.