Navê şîrketên îhaleyên qeyûm digirin diguherin, lê xwedî heman kes in

  • rojane
  • 09:00 19 Tebax 2022
  • |
img

MÊRDÎN - Çendî navê şîrketên ku rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê îhaleya ji bo çêkirina rê dide wan biguherin jî, xwediyên wan heman kes in. Ji bo rêyên Şemrex û Dêrikê, di bin navê "rêyên cuda" de du caran îhale hat çêkirin. 

 
Qeyûmên tayinî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatine kirin bênavber karên nelirê dikin. Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya di bin rêvebiriya qeyûm de vê carê jî îhaleyên rê yên bi bihayê 663 milyon TL'yî bal kişandin. Rêyên ku hatibû îdiakirin di dema qeyûmê berê Mûstafa Yaman de hatine çêkirin, lê paşê derketibû holê ku nehatine çêkirin, vê carê jî Waliyê Mêrdînê û qeyûm Mahmût Demîrtaş cardin ji bo wan îhale çêkiriye. Pêvajoyên îhaleyê yên ku di tebaxa 2021'ê de dest pê kiribûn, di adara 2022'yan de bi dawî bûn. Di vê çarçoveyê de 6 îhaleyên cuda yên rê hatin çêkirin. Îhaleyek di tebaxa 2021'ê de, ya din di hezîrana 2022'yan de û yên din jî di adara 2022'yan de hatine çêkirin.
 
Tevahiya îhaleyan ji bo rêyên navenda Mêrdînê û navçeyên wê hatine çêkirin, lê bêyî ku cih bê diyarkirin ji bo wan wiha hatiye gotin: "Rêyên Cuda." Ji bo van 6 îhaleyan zêdetirî nîviyê budçeya şaredariyê hatiye veqetandin. Lê tişta balkêş fîrmayên aydê heman kesî ev îhale wergirtine. 
 
3 ÎHALE, 2 FÎRMA Û KESEK
 
Li gor vê qeyûm îhaleya karê parkekirina navçeyên Mêrdînê di 16'ê adara 2022'yan de bi 22 milyon û 822 hezar TL'yî daye Şîrketa AVC Grûp Înşeatê.
 
Di 11'ê tebaxa 2021'ê de jî qeyûm îhaleya çêkirina rêyên li in taxên Qoser, Dêrik Û Şemrexê jî bi 27 milyon û 588 hezar TL'yî daye Şîrketa AVC Grûp Înşeatê.
 
Di 30'yê adara 2022'yan de jî qeyûm îhaleya çêkirina hin taxên Qoser û Artûklûyê bi 205 milyon û 653 hezar TL'yî daye Şîrketa Mîryol Înşeat, Şîrketa AVC Grûp Înşeat û Azîz Yaşar Gundogdû Îşê. 
 
Ev her sê îhaleyên ku heqê wan 256 milyon TL ye, qeyûm ew dane AVC Grûpê û Mîryol Îneşatê ku xwediyê van şîrkeran Ferût Avcikiran e. Navenda AVC Grûpê li navçeya Peyasê ya Amedê û ya Mîryolê jî li navçeya Rezanê ya Amedê ye. 
 
Îhaleyeke din a balkêş jî di 31'ê adara 2022'yan de hatiye çêkirin. Qeyûm ji bo çêkirina hin taxên Stewrê, Rişmil û Mehsertê bi 91 milyon û 941 hezar TL'yî daye Şîrketa Alpyol Înşeatê.
 
Di 30'yê adara 2022'yan de jî ji bo çêkirina hin taxên Nisêbîn, Midyad û Kerboranê jî qeyûm îhale bi 157 milyon û 614 hezar TL'yî daye Şîrketa Ûgûr Înşeatê ku ya biraziyê Şaredarê Midyadê yê AKP'î Veysî Şahîn û Şîrketa Baştaşlarê. 
 
Qeyûm îhaleya di 30'yê adara 2022'yan de a ji bo çêkirina hin taxên Dêrik û Şemrexê jî bi 149 milyon û 869 hezar TL'yî daye SBS Asfalt Înşeat û Înova Asfalt Înşeatê.
 
CARA DIDOYAN DA EW DAN BER ÎHALEYÊ
 
Di nav van îhaleyên hatine çêkirin de du îhale pir balê dikişînin: Îhaleyên ji bo "rêyên cuda" yên Dêrik û Şemrexê. Tevî rêya Qoserê çêkirina van rêyan cara ewilî di 11'ê tebaxa 2021'ê de hatibû çêkirin û qeyûm ew dabû Şîrketa AVC Grûbê, lê di 30'yê adara 2022'yan de cardin ji bo "rêyên cuda" yên Dêrik û Şemrexê îhale çêkiriye. Qeyûm ji bo îhaleya çêkirina rêyên her sê navçeyan a di sala 2021'ê de 27 milyon û 588 hezar TL diyar kiribû, lê ji bo îhaleya dudoyan a ji bo heman "rêyên cuda" yên du navçeyan ku di 30'yê adara 2022'yan de hatiye çêkirin, 149 milyon û 869 hezar TL diyar kiriye. 
 
MA / Ahmet Kanbal