Endamên ESP'ê û MYK'a SKM'ê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 15:54 19 Tebax 2022
  • |
img
STENBOL - Endamên ESP’ê û MYK’a SKM’ê Denîz Aktaş û Ebrû Yigit di nav de 4 kes hatin binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Desteya Rêveber a Navendî (MYK) yên Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) Denîz Aktaş û Ebrû Yîgît jî di nav de 4 kes di 18’ê tebaxê de li taxa Gaziyê li mala lê diman hatin binçavkirin. Hat destnîşankirin ku derbarê 4 kesên ku birine Midûriyeta Polîsan a Stenbolê de, tu agahî nedane malbatên wan. 
 
Hat ragihandin ku derbarê 4 kesan de sînordarkirina parêzeran a 24 saetan heye, di odeyeke ku tê de polîsên mêr jî hebûn rastî lêgerîna tazî hatine û di malên ku ew tê de hatine girtin de bêkamera lêgerîn hatiye kirin. 
 
‘EM Ê ÊRIŞAN VALA DERXÎNIN’
 
ESP'a ku têkildarî mijarê daxûyaniyeke nivîskî da, destnîşan kir ku ne cara ewil e zext û binçavkirin tên kirin û got: “Me ev êriş vala derxistin, em ê dîsa vala derxin. Ev sepanên tên meşandin ji girtina hesabên medya dîjîtal heya girtina partiyan, ji mudaxile kirina jiyanê heya qedexeyên mihrîcanan, weşandina biryarnameyên faşîst a li dijî ciwanên zanîngehan heya grevên karkeran û heya qedexekirina nobetên edaletê yên malbatên girtiyan, bi giştî polîtîkayên rejîma faşîst ên AKP’ê û MHP’ê ku dixwazin li welat bêdengiya goristanê ava bikin dûr nîn in.”  
 
ESP’ê herî dawî ji bo binçavkirinan banga xwedî derketinê kir û anî ziman ku ew ê komployan vala derbixin.