HDP’ê serdana Ûlûg ê ji ber teqîna bermayîyên leşkerî birîndar bûbû kir

  • rojane
  • 16:16 19 Tebax 2022
  • |
img
RIHA - Şandeyeke ku parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Omer Ocalan di nav de li nexweşxaneyê serdana malbata Yûsûf Ûlûg ê li gundê Hêvrês ê Bedlisê di encama teqîna bermayîyên leşkerî de bi giranî birîndar bûbû, kir. 
 
Ciwanê bi navê Yûsûf Ulug (18) di 14’ê tebaxê de di saetên serê sibê de li gundê Hêvrês ê Bedlisê dema pezê xwe diçêrand, alaveke leşkerî teqiyabû û di encamê de bi giranî birîndar bûbû. Xetereya jiyana Ûlûg ku beriya 2 mehan ji navçeya Hawêl a Sêrtê bi malbata xwe re ji bo sewalên xwe biçerîne çûbûn Bedlîsê didome. Piştî teqînê malbatê bi derfetên xwe Ûlûg rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlisê. Lê ji ber ku bijîşkekî pispor li nexweşxaneyê nebû, hate diyarkirin ku Ûlûg sewqî nexweşxaneyeke din were kirin. Bi hinceta cih tune ye nexweşxaneyên Wan, Erzirom, Amed, Êlih û Meletiyê tedawî kirina Ûlûg qebûl nekiribû. Li ser vê yeke Ûlûg, sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepandinê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Harranê ya Rihayê hatibû kirin. Ûlûg, 5 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye. 
 
HDP ÇÛ SERDANA MALBATÊ
 
Şandeyek ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan jî di nav de, serdana malbata li nexweşxaneyê kir. Malbata ku di ketina nexweşxaneyê de HDP’î pêşwazîkirin, keyfxweşiya xwe ya ji serdanê anîn ziman. Malbata ku têkildarî rewşa tenduristiyê ya zarokê xwe agahî da HDP’iyan, ragihand ku bijîşk her tim zarokê wan didin razandin û her ku diçe rewşa wî baş dibe. HDP’iyan piştî demekê bi malbatê re sohbet kirin ji nexweşxaneyê veqetiyan. 
 
Ûlûg ê her sal bi malbata xwe ya li Hawêla Sêrtê wek koçer diçe Bêdlîsê, ne yekem kesê ku ji ber van teqînan jiyana xwe ji dest daye ye. Heya niha gelek kes ji ber van teqînên bermayiyên leşkerî jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan a Navenda Dokumantasyonê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a di 19’ê mijdara 2021’an de hatibû weşandin, di herêma ku tê de şer tê meşandin de di navbera salên 2011-2021’an de 39 kes ji ber teqîna mayîn û bermayiyên leşkerî yên li herêmê hatine hiştin, jiyana xwe ji dest dane.