Li Girtîgeha Şakranê 13 girtî hatin sirgûnkirin

  • rojane
  • 16:25 19 Tebax 2022
  • |
img
ÎZMÎR - Li Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê 13 girtî sirgûnî girîgehek din hatin kirin. 
 
Li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T’yê di 4 rojan de 13 girtî sirgûnî girtîgehek din hatin kirin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê ya Şaxa Îzmîrê serdana girtîgehê kirin. Parêzeran bi miwekîlên xwe re hevdîtin kirin û girtiyan bi rêya parêzeran ragihandin 13 girtiyên li qawîşa A-17’ê sewqî girtîgehên cuda hatine kirin û bi piraniya girtiyan girtiyên nexweş bûne û di lîsteya ÎHD’ê ya girtiyên nexweş de cih digirin. 
 
Parêzer Welat Zeren têkildarî hevdîtina bi girtiyan re kirine agahî da û da zanîn ku îdareya girtîgehê derbarê sewqkirina girtiyan de agahî nedaye wan. Zeren destnîşan kir ku li girtîgehê binpêkirinên mafan diqewimin û li dijî girtiyan sepanên dijhiqûqî pêk tên. 
 
NAVÊN GIRTIYAN 
 
Navên girtiyên hatine sewqkirin wiha ne: Ozgur Guçlu, Îhsan Balkaş, Mehmet Halîs Vûral, Abdurrahman Yildirim, Faîk Kimiş, Orhan Sakçi, Mehmet Nîmet Yilmaz, Fettah Yildirim, Îdrîs Çalişkan, Mûrat Dûrûk, Mîzbah Kaya, Mûrat Aydin û Mehmet Okûr.