HPG: Cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê me de ye

  • rojane
  • 10:30 7 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê wan de ye û wiha got: “Tayyîp Erdogan û Hulusî Akar windahiyên xwe vedişêrin. Heke malbata wî bixwaze em dikarin cenazeyê kurê wan radestî wan bikin.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federe ya Kurdistanê ji 17’ê nîsanê heta niha berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku cenazeyê leşkerê bi navê Mûstafa Bazna di destê wan de ye. 
 
Daxuyaniya HPG’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Me di daxuyaniya xwe ya 4’ê mijdarê de diyar kiribû ku di 3’yê mijdarê saet di 12.20’an de di çalakiya li Qada Berxwedanê ya Girê FM a Metînayê ku nêzî navçeya Amêdiyê ya başûrê Kurdistanê ye, me cenazeyê leşkerekî, alavên wî yên leşkerî û telefona wî ya destan desteser kiribû. Agahiyên cenazeyê leşkerê di destê me de wiha ne; navê wî Mûstafa Bazna ye, navê dayik û bavê wî Dondu û Ramazan e, di 14’ê gulana 1996’an de li Duzceyê ji dayik bûye û hejmara nasnameya wî 13082287382 ye. Me dît ku mirina vî leşkerî ji raya giştî û ji gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin.”
 
KUŞTINA LEŞKERAN TÊ VEŞARTIN
 
HPG’ê diyar kir ku AKP û MHP’ê ji bo ku li ser desthilatdariyê bimînin bi fermana Tayyîp Erdogan û Hûlûsî Akar leşkerên tirk dişîne ser qadên wan û wiha bi dawî kir: “Mirina leşkeran bi xema wan nîne. Di nava 8 mehan de li Zapê nêzî 2500 leşkerên tirk hatine kuştin lê kuştina leşkeran ji raya giştî û gelên Tirkiyeyê hatiye veşartin. Heke malbata Bazna daxwaz bike, dikarin bi rêya kesayetên sivîl an jî saziyên civakî yên sivîl cenazeyê Bazna teslîmî malbata wî bikin.”