'Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava ji bo hemû cîhanê xetereyeke mezin e’

  • rojane
  • 11:22 7 Kanûn 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Pisporan diyar kir ku êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike ku DAIŞ xwe jinûve birêxistin bike û wiha bang li dewletên cîhanê kirin: “Her êrişeke li dijî herêmê dê bandorê li ewlehiya tevahiya cîhanê bike.” 
 
Êrişên dewleta tirk ên ji 19-20’ê mijdarê ve li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin bênavber didomin. Di êrişan de balafirên şer, Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA), obûs, topên hawanan û çekên giran tên bikaranîn. Dewleta tirk di êrişên xwe de binesaziya herêmê, gelek saziyên xizmetê Girtîgeha Qamişloyê ku DAIŞ’î lê tên ragirtin û Kampa Holê ku malbatên DAIŞ’iyan lê dimînin hedef girt. 
 
Têkildarî mijarê kesayetên pispor bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn û diyar kirin ku bi êrişên dewleta tirk re firsend ji DAIŞ’ê re çêdibe ku xwe jinûve birêxistin bike. 
 
Pirsporê kar û barên komên terorîst ê misrî Mûnîr Edîb têkildarî mijarê diyar kir ku şerê dewleta tirk ê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bandorê li têkoşîna li dijî terorê ya li herêmê bike û ev tişt anî ziman: “HSD, di têkoşîna li dijî rêxistin tundrew de bi ser ket û dewleta wê hilweşand. Heke dewleta tirk êrişî HSD’ê bike, dê derfet çêbibe ku DAIŞ xwe jinûve birêxistin bike. Jixwe berê jî çendek caran hewl dan ji girtîgehên Sînaa ya Hesekê birevin. Dibe ku bi êrişa dewleta tirk re di navbera terorîstên li girtîgehê û yên li kampê de deriyek vebe.”
 
‘DÊ BANDORÊ LI EWLEHIYA CÎHANÊ BIKE’
 
Bi domdarî Edîb destnîşan kir ku ev yek dê bi xwe re li herêmê rê li ber aloziyeke mezin veke û wiha domand: “Dê bandoreke mezin li têkoşîna dijî terorê ya li herêmê bike. Dibe ku ev kesên tundrew ji girtîgehê birevin. Her wiha dewleta tirk êrişî Kampa Holê kir. Bi hezaran malbatên DAIŞ’î li vir hene. Zarokên wan êdî mezin bûne. Vê êrişê bi xwe re li kampê û girtîgehê tevlihevî çêkir. Her êrişeke li dijî herêmê dê bandorê li ewlehiya cîhanê bi giştî bike.” 
 
‘DIXWAZIN WESIYETA BEXDADÎ PÊK BININ’
 
Di berdewamê de Edîb da zanîn ku piştî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû El Hesen El Haşimî El Qureşî hatiye kuştin û li şûna wî Ebû El Hisên El Qureşî hatiye diyarkirin, gelek guhertin çêbûn û wiha pê de çû: “Dibe serçeteyê nû wesiyeta Ebû Bekir El Bexdadî pêk bîne. Di qeydeke deng de dibêje ‘Cenga şikandina qeydan' û qala derxistina endamên rêxistinê û malbatên wan ji girtîgeh û kampan dike. Êrişên dewleta tirk jî ji bo endamên vê rêxistinê derfetê çêdike ku wesiyeta El Bexdadî pêk bînin. Ev yek bi xwe li ser ewlehiya cîhanê xetereyeke mezin e. Divê cîhan piştgiriyê bide HSD’ê û nehêle Tirkiye êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike. Ji ber ku ev êriş dê bike ku DAIŞ dîsa vegere.” 
 
‘DAIŞ YEK JI AMÛRÊN REJÎMA ERDOGAN E’
 
Têkildarî mijarê pirsporê tevger û komên tundraw Dr. Emrû Ebdulmunim jî ev tişt anî ziman: “DAIŞ, yek ji amûrên rejîma Erdogan e. Îstîxbarata Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên Enqereyê endamên vê rêxistinê bi kar tîne. Tirk, li gorî gotina; ‘dijminê dijminê min dosê min e’ tevdigerin. Vê rêxistina terorîst jî li dijî kurdan bi kar tîne. Şerê Dewleta tirk xizmetê ji çeteyên DAIŞ’ê re dike. Dike ku bi rehetî ji girtîgeh û kampan birevin. Tirkiye bi piştgiriya dewletên cîran hewl dide bike ku malbatên DAIŞ’iyan ji kampa Holê birevin. Li vê kampê nifşê çaran a rêxistina terorîst heye ku dê li herêmê belav bibin. Ev jî dê bike ku xwe jinûve birêxistin bikin. Kamp vî awayî tê hiştin û ev jî dê li herêmê rê li ber şerekî nû veke. Ji ber ku ev der bûye cihê perwerdekirina DAIŞ’iyan. Em dikarin bêjin bûye kampek ji bo vegera rêxistinê ya muhtemel ku amadekariya wê tê kirin û şerê Tirkiyeyê li dijî bakurê Sûriyeyê rê li pêşiya wê vedike.”