Bernameya Hefteya Mafên Mirovan a Wanê diyar bû

  • rojane
  • 14:03 7 Kanûn 2022
  • |
img
WAN – Rêxistinên civaka sivîl ên Wanê dan zanîn ku dê bi boneya Hefteya Mafên Mirovan dê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin û bernameya xwe eşkere kirin.
 
Platforma Şaxên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya Wanê, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê, Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê, Odeyên Bijîşkan ên Wan - Colemêrgê û Baroya Wanê bernameya xwe ya Hefteya Mafên Mirovan eşkere kirin. 
 
Daxuyanî li eywana avahiya KESK’ê hat dayîn û pankarta “Mirov, bi mafên xwe ve mirov e” hatibû daliqandin. Di daxuyaniyê de Nûnera THÎV’ê ya Wanê Sevîm Çîçek axivî. Çîçek, anî ziman ku zexteke giran li ser parastvanên mafên mirovan û gel heye û wiha got: “Hewl didin aktîvîstên mafên mirovan ên di serdemeke wiha de li cem welatiyan cih digirin bi doz û girtinan bêbandor bikin. Di rewşeke wiha de lidarxistina çalakî û xwepêşandanan a di Hefteya Mafên Mirovan de gelek girîng e.” Piştre jî Çîçek bernameya Hefteya Mafên Mirovan eşkere kir. 
 
BERNAMEYA HEFTEYA MAFÊN MIROVAN
 
Bernameya Hefteya Mafên Mirovan wiha ye: “Dê di 10’ê kanûnê de li Kolana Hunerê daxuyanî bê dayîn û Resepsiyona Roja Mafên Mirovan bê lidarxistin. Di 11’ê kanûnê de dê li Baroya Wanê Panela Mafên Mirovan bê lidarxistin. Di 13’ê kanûnê de dê li pêşiya Şaxa ÎHD’a Wanê daxuyanî bê dayîn, ji parastvanên mafên mirovan ên di girtîgehan de re qert bên şandin û saziyên çapemeniyê bên ziyaretkirin. Di 14’ê kanûnê de dê gotûbêja ‘Binpêkirinên mafan ên giştî yên li Tirkiyeyê, bandora wan a li ser girtîgehan û mafên girtiyan’ bê kirin. Di 15’ê kanûnê de dê li Baroya Wanê konser bê dayîn. Di 16’ê kanûnê de dê penaberên di karesata keştiyê de jiyana xwe ji dest dayîn bên bibîranîn û biçin serdana Goristana Bêkesan. Di 17’ê kanûnê de dê li Baroya Wanê belgefîlma Mafên Mirovan bê pêşandan.”