Cenazeyê Fatma Yilmaz hate veşartin

  • rojane
  • 16:20 7 Kanûn 2022
  • |
img
MÊRDÎN - Dayika girtî Zerrîn Yilmaz a daxwaza wê ya hevdîtina bidîmen a bi dayika wê re nehate qebûlkirin, Fatma Yilmaz, li Nisêbînê hate veşartin. 
 
Girtiya bi navê Zerrîn Yilmaz ku 18 sal in di girtîgehê de ye û li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, piştî ku dayika wê Fatma Yilmaz a li Almanyayê dijiya nexweş ketibû, xwestibû bi telefonê bidîmen pê re biaxive. Lê belê ev daxwaza Yilmaz ji hêla rêveberiya girtîgehê ve nehatibû qebûlkirin û dayika Yilmaz di 4’ê kanûnê de li Almanyayê jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Yilmaz îro ji Almanyayê anîn navçeya Nisêbînê. Piştî ku cenaze ji balafirgehê hate wergirtin, wecîbeyên olî hatin pêkanîn û cenaze bit ev li bûna gelek kesan li Goristana Hecace hate veşartin.  
 
Ji bo Yilmaz ji aliyê xizmên wê ve li Nisêbînê şîn hate danîn.