Parêzerê kujerê Alturk cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir!

  • rojane
  • 16:57 7 Kanûn 2022
  • |
img
ŞIRNEX - Parêzerê Metîn Şengîl ku Mîhrîban Alturk qetil kiribû, di parastina xwe de cînayet girêdayî HDP û Qendîlê kir. 
 
Kesê bi navê Metîn Şengîl, jina bi navê Mîhrîban (Berîvan) Alturk ku hev berdabûn, li navçeya Qileban a Şirnexê qetil kiribû û di 23’yê nîsanê de hatibû girtin. Bi sedemên “Hevjîna xwe ya berdayî bi qesdî kuştiye” û “bi qesdî bi çekê birîndar kiriye” derheqê kujer Şengîl de doz hate vekirin. Danişîna ewil a danişînê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hat lidarxistin. Komîsyona Jinan a Baroya Şirnexê, Komeleya Ji Ewil Zarok û Jin, parêzerên Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê û malbata Alturk di danişînê de amade bûn. Her wiha kujer Şengîl jî di danişînê de amade bû. Gelek endamên HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê jî tev li danişînê bûn. 
 
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî kujer Şengîl axivî û berevajî îfadeyên li emniyetê ku digot “nayê bîra min”, îcar parastina xwe bi berfirehî kir. Kujer Şengîl, diyar kir ku ji bo cerdevaniyê serlêdan kiriye û ji bo baregehên leşkerî jî dar birine. Bi domdarî kujer Şengîl îdia kir ku Alturk a ku qetil kirî ji ber hevberdanê gef li wî xwarine û îdiayên xwe wiha domand: “Piştî ku me hev berdayî, ez çûm mala Mîhrîbanê. Dema min dixwest guleyan berdim hewa, çek bi teqezayî di destê min de teqiya.  Piştre jî ser hemdê xwe çûm. Kembera çekê bi tetîkê ve badayî bû û gule wisa jê derket. Wê rojê ez ser hemdê xwe nebûm û mîna serxweşan bûm. Min nedizanî ku li ber min komplo danîne.” 
 
PARÊZER MIJAR GIRÊDAYÎ QENDÎLÊ KIR! 
 
Piştre jî parêzerê kujer Şengîl, Fûat Turgut parastin kir. Turgut, bûyer girêdayî Qendîl û HDP’ê kir û ev îdia kirin: “Ev ne ji wan cînayetên jinan ên jirêzê ye. Dê şandeya dadgehê jî pê bizane bê ka xefikeke çawa li ber bersûc danîne. Qesda kuştinê tune ye. Hevjîna xwe ya ku ji dibistana seretayî mezûn bûyî daye xwendinê û kiriye ku sûd ji her tiştekî bigire. Navê Tuannayê li keça xwe kiriye ku tê wateya jina bihêz. Ji ber vî navî jî hemû kesî bertek nîşanî wî da ye. Partiya ku alîgiriya wê nake xwestiye ku bi hevjîna xwe re silha xwe bike. Kê xwest ku bi şandeya HDP’ê re silhê bike? Şandeya HDP’î gotiye ku bila dermanên psîkolojîk bixwe. Dişa wî jî ji ewil jê re gotiye; ‘ez ê vê keçê bişînim Qendîlê lê nadim te.’” 
 
LI KEÇA KU BIRÎNDAR BÛYÎ HAT GUHDARÎKIRIN
 
Piştre jî keça Alturk a bi navê T.Ş. ku di êrişê de birîndar bûbû, li gel pisporan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) li dadgehê hat guhdarîkirin. Zaroka keç wiha got: “Ez, dayika min, xaltiya min û birayê min ber bi sûkê ve diçûn. Dengê çekan hat. Ez û dayika xwe birîndar bûn. Nizanim bê ka çek çawa teqiya. Dema bavê min ji wesayîtê hatiye xwarê di destê wî de çek hebû. Dema ez direviyam birîndar bûm. Dayika min jî reviya. Bavê min li pey me hat. Piştre dîsa dengê çekan hat. Bavê min ji ewil li pey min hat. Du caran gule li dayika min reşandin.” 
 
Kesê pispor da zanîn ku T.Ş. di wê zanebûnê de ye ku bûyerê rast vebêje û dizane bê ka çima li vir îfadeyan dide. 
 
BAVÊ ALTURK: BILA WERE CEZAKIRIN
 
Bi bidawîbûna îfadeyan re piştre şahid hatin guhdarîkirin. Bavê Alturk, Abdulkerîm Alturk jî da zanîn ku keça wî bi salan rastî tundiya sîstematîk hat û ev tişt anî ziman: “Tevahiya gotinên Metîn derew in. Keça min 8 caran hate malê. 5 caran jî giliyê wî kir. Her carê jî li keça min dixist. Bêyî ku şerm bike niha jî HDP û Qendîlê têxe nava bûyerê. Miameleya koleyan li keça min dikir. Cihê psîkopatên mîna vî di nava civakê de nîne. Dixwazim ku bi cezayê herî giran bê cezakirin.”
 
Piştre jî 7 şahidên din hatin guhdarîkirin. Şahidan, gefên kuştinê piştrast kirin. 
 
Ji parêzerên Ji Ewil Zarok û Jin parêzer Nîlda Baltali jî destnîşan kir ku kujer Alturk bi qesdî qetil kiriye û bi qesdî hewl daye zarokê xwe bikuje. Baltali, xwest ku ev rewş li mutalaayê bê zêdekirin. 
 
MUTALAAYA BI DAXWAZA CEZAYÊ 
 
Di mutalaayê de hat gotin ku beriya kuştina mexdûrê plan hatiye kirin, li mala mexdûrê kefş hatiye kirin, mexdûr bi qesdî hatiye kuştin û hat xwestin ku bi vî sûcî were cezakirin. Her wiha dozger xwest ku rewşa girtî ya kujer bidome. 
 
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN 
 
Şandeya Dadgehê jî bi daxwaza temamkirina kêmaniyên di dosyayê de, danişîna dozê taloqî 27’ê çileyê kir. 
 
DAXUYANIYA PIŞTÎ DANIŞÎNÊ
 
Piştî danişînê, malbata Alturk û parêzerên wê li pêşiya edliyeyê daxuyanî da. Parêzer Nîlda Baltali da zanîn ku dê dosyayê bişopînin û ev tişt anî ziman: “Roja ku Mîhrîban hatî kuştin, zaroka wê jî birîndar bû. Bi rojan di beşa venihêrîna awarte de ma. Tevî Baroya Şirnexê em ê heta dawiyê vê dozê bişopînin.” 
 
DAXWAZA BAROYA ŞIRNEXÊ RED KIRIN 
 
Ji Komîsyona Jinan a Baroya Şirnexê Aycan Îrmez jî da zanîn ku daxwaza wan a mudaxilbûna dozê hatiye redkirin û wiha bi dawî kir: “Redkirina van daxwazan, rê li ber zêdebûna cînayetên jinan vedike. Ji bo ku cezayê herî giran li kujerê Mîhrîbanê bê birîn em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin.”