Li Rihayê winda hatin bibîranîn

  • rojane
  • 19:48 7 Kanûn 2022
  • |
img
RIHA- ÎHD, OHD û Baroya Rihayê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de kesên di binçavan de hatine windakirin û kesên di cinayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê, Baroya Rihayê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê di çarçoveya çalakiyên 10'ê Kanûnê Hefteya Mafên Mirovan de find pêxistin. Çalakî li ber avahiya Baroya Rihayê hat lidarxistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên di salên 90'î de hatine windakirin li cihê çalakiyê hatin bicihkirin û pankarta "Bila kiryar bên dîtin" hat vekirin.
 
Di çalakiyê de find hatin pêxistin û winda û kesên di cinayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn.