DSO: Fikarên me ji bo herêmên agahiyan jê nagirin hene

img

STENBOL - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) diyar kir ku fikarên wan ji bo herêmên ku agahiyan jê nagirin hene.

Li Mereşê bi pileya 7,7 û li Dîlokê jî bi pileyên 6,4 û 6,5 erdhej çêbûn. Erdhejan bandoreke mezin li ser 10 bajarên li derdorê jî kir. Sazî û dezgehên navneteweyî jî têkildarî erdhejê daxuyaniyan didin. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (DSO) têkildarî mijarê daxuyanî da. DSO’yê got ku ji hinek herêman agahiyan nagirin û ev yek fikarên wan zêdetir dikin.

‘DIBE KU HEWCEHÎ BI TEDAWIYA TRAVMAYÊ BIBE’

Berdevkê DSO’yê bi Reutersê re axivî û ev tişt anî ziman: “Rayedarên navneteweyî dê di halê hazir de bala xwe bidin ser xebatên lêgerîn û rizgarkirinê. Ji bo piştgiriyê bidin tevahiya pergala tenduristiyê ya li herêman, dibe ku hewcehî bi tedawiya travmayê çêbibe.”