Bîlançoya nû ya Sûriyeyê: 461 kesî jiyana xwe ji dest da

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarên Sûriyeyê ku bandor ji erdheja Dîlok û Mereşê girtin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 461 û hejmara birîndaran jî bû hezar û 326’an.

 

Li bajarên Sûriyeyê ku bandor ji erdhejên Mereş û Dîlokê girtin, her diçe bilanço giran dibe. Li gorî rayedarên Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Sûriyeyê li Heleb, Hama, Tertûs û Lazkiyeyê ku bi sedan avahî xera bûne, hejmara miriyan gihaştiye 461’ê û ya birîndaran jî gihaştiye hezar û 326’an.