Madenvan diçin herêma erdhejê

img

MANÎSA -  50 karkerên madenê ku bi banga Sendîkaya Maden Îş’ê ya Serbixwe hatin cem hev, ji bo ku tev li xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên herêma erdehejê bibin ji navçeya Somayê bi rê ketin.

Karkerên madenê yên li navçeya Soma ya Manîsayê ji bo tev li xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên wêrankirina 10 bajaran a piştî erdheja li Mereşê ku navenda wê ye bibin, ketin rê. Piştî banga Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe, ji bo herêma erdhejê nêzî 50 karkerên madene ji Somayê ketin rê.