Di doza Ozturk Turkdogan de biryara beraetê hate dayîn

  • rojane
  • 12:45 8 Hezîran 2023
  • |
img
ENQERE - Derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê yê berê Ozturk Turkdogan de bi îdiaya “Raste rast Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraetê hate dayîn. 
  
Bi hinceta daxuyaniya bi ser navê “Ji bo edalet û heqîqetê dawî li înkarkirina Qirkirina Ermenan bînin!” ku di 24’ê nîsana 2017’an de li ser malpera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) hatibû parvekirin, derheqê Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan de bi îdiaya “Yekser Dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 24’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Enqereyê hate lidarxistin. Turkdogan û parêzerên wî tev li danişînê bûn. 
 
‘DIVIYA DOZ QET NEHATA VEKIRIN’
 
Dozger, biryara beraetê ji bo Turkdogan xwest. Turkdogan jî parastina xwe kir û wiha got: “Parvekirina min, di çarçoveya mafê azadiya xweîfadekirinê de ye. Ji ber ku min tu sûc nekiribûn, diviyabû ev ev doz qet nehata vekirin.” 
 
Dadgehê jî bi hinceta ku hêmayên sûc çênebûne, ji bo Ozturk biryara beraetê da.