Gulmez a di pevçûnê de birîndar bûbû hate emeliyatkirin

  • rojane
  • 14:24 8 Hezîran 2023
  • |
img
WAN - Endama YJA/Starê Gulistan Remziye Gulmez di pevçûnên li herêma Zapê de bi birîndarî hatibû girtin. Hat zanîn ku Gulmez hatiye emeliyatkirin. 
 
Êrişên dewleta tirk ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewamin. Endama YJA / Starê Gulistan Remziye Gulmez ku di pevçûnên li herêma Zapê de bi birîndarî hatibû girtin, li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncuyil (YYU) a Wanê tê tedawîkirin. Hat zanîn ku Gulmez 3 roj berê ji mîde û roviyên xwe emeliyat bûye. Li gorî agahiyan, bav û parêzerê Gulmez du roj berê çûne serdanê lê Gulmez di serdanê de neaxiviye.