Li îzmîrê 5 jin hatin berdan

  • rojane
  • 18:43 8 Hezîran 2023
  • |
img
ÎZMÎR- 5 jinên ku bi "endamtiya rêxistinê" dihatin tawanbarkirin û ji 24'ê Adarê ve girtî bûn, di danişîna ewil de hatin berdan. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îdîl Ûgûrlû, Dayika Aştiyê Behiye Yalçin, Selma Demîr, Hayat Îzgî û Newroz Çelîk di 24'ê Adarê de li Îzmîrê hatibûn binçavkirin û paşê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Danişîna ewil a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 20'an a Îzmîrê hat lidarxistin. Lê ji ber ku hêwana dadgehê biçûk bû, danişîn li hêwana Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Îzmîrê hat lidarxistin. Jinên girtî û parêzerên wan, rêveberên HDP'ê, malbatên girtiyan û gelek welatî tevlî dnaişînê bûn. 
 
Kesên girtî bi şertê mehê carekê îmzeyê bidin û bi şertê qedexeya derketina derveyî welêt hatin berdan.