NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD'ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku hêzên HSD'ê ji bo parastinê vekişiyana herêmên Kurdan û parastina van deran xeta wan a sor e. Her wiha Ebdî ji bo girtîgehên ku DAIŞ'î lê girtî ne bang li Koalîsyona Navneteweyî kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî têkildarî êrişên li ser Rojavayê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
Ebdî destnîşan kir ku li dijî avahî û girtîgehên çete û malbatên DAIŞ'ê li Şedadê û kampa Holê êrişên xeternak çêbûne û got ku ji duh bi şeva ve hewldanên ketin û kontrolkirina Kampa Holê tên kirin. Ebdî got ku bi tank û panzêran êrişên dijwar pêk tên û ji ber vê parêzvanên kampê mecbûr mane ku vekişin.
Di dewama axaftina xwe de Mazlûm Ebdî destnîşan kir ku komên girêdayî hikûmeta demkî li dijî bajarên Hesekê û gundewarê û Kobanê êrişên dijwar pêk tînin, ev êriş li gel tevahî bangên HSD'ê yên beriya du hefteya ji bo agirbestê kirine, didomin. Ebdî got ku hêzên HSD'ê, ji bo parastina herêmên Kurdan vekişiyana û got ew herêm û şêniyên wan xeta wan a sor in.
Ebdî da zanîn ku Girtîgeha Eqtan a bajarê Reqayê ku hîna şervanên HSD û YPJ'ê wê diparêzin rûbirûyî êrişên dijwar û hewldanên ketinê ye û ev jî şervanan bi xeteriyên mezin û reva girtiyan re rû bi rû dihêle.
Ebdî bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku bi berpirsiyariya xwe ya parastina avahî û girtîgehên endamên DAIŞ'ê rabe û divê hikûmeta Şamê êrişên xwe rawestîne û li maseya diyalogê vegere.
Fermandarê Giştî yê HSDˊê Mazlûm Ebdî di dawiyê axaftina xwe de bang li gelê Kurd ê li tevahî cîhanê û dostên wan kir ku li dora berxwedana şervanên HSDˊê bicivin da ku sivîlan biparêzin.