YRK û HPJ: Em amade ne tev li berxwedana Rojavayê bibin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - YRK û HPJ'ê diyar kirin ku êrişên li ser Rojavayê li dijî destkeftiyên gelê Kurd in û wiha gotin: "Em wekî Yekîneyên Parastina YRK û HPJ amade ne ku tev li şer û berxwedana li Rojavayê Kurdistanê bibin." 
 
Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YKR) û Hêzên Parastina Jinan ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) der barê êrişên li ser Rojavayê daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar belav kirin. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Îro ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Suriye, Tirkiye û bi piştgiriya hêzên Herêmî û Navneteweyî ve êrişek berfireh li ser gelê meyê Rojavayê Kurdistanê dest pê kiriye. Armanca van êrişan dawî anîna destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi xwîna şehîdan û berxwedana her çar parçeyên Kurdistanê hatiye bidest xistin. Rojava nirxê neteweyî, azadî û demokrasiya gelê Kurd, hemû jin û azadîxwazên Rojhilata Navîn e. Ji bo wê xwedî derketina li gel û Rojavayê Kurdistanê erkeke exlaqî ye.
 
Tevî niha li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewleta Îran komkujiyan bi ser gelê me died meşandin û gelê Kurd û Îranê ji bo azadiyê têkoşînek bêhempa li dar dixe, carek din Rojavayê Kurdistan nûnertiya hemû gelê Kurd dike. Divê bi helwestek netewî xwedî lê derbikevîn. Lewma divê her kes tevlî nava şer û berxwedana Rojava bibe. Çawa di dema êrişa çeteyên DAIŞ ya li ser Kobanê û Şengalê de, ciwanên Rojhilatê Kurdistanê tev li berxwedana dîrokî bûn û bi sedan ciwan şehîd bûn. Îro jî divê heman helwest were raberkirin. Em wekî Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistan (YRK) û Hêzên Parastina Jinan ya Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) amade ne ku tevlî şer û berxwedana Rojavayê Kurdistanê bibin. Divê hemû gel, bi taybet ciwan û jin bi ruhê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û dirûşmeya ‘Parastina Rojava parastina Kurdistanê ye’ tevlî şer û berxwedana netewî ya Rojavayê Kurdistanê bibin.”