Foza Yûsif: Divê gelê me çalakiyan sist neke

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYDK'ê Foza Yûsifê, hişyar kir ku peymana agirbestê gel sist neke û got: "Divê em çalakiyên xwe sist nekin û helwesta xwe lewaz nekin."

 
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsifê li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da. Foza Yûsifê bang li her kesê kir ku çalakiyên xwe sist û lewaz nekin û got: “Hê tiştek diyar nîne bê ka wê desthilata Şamê li gorî agirbestê tevger bike an na?”
 
Peyama Foza Yusif wiha ye: “Her çiqasî agirbest hatibe îlankirin jî lê hîna jî tiştek nediyare ka wê desthilata Şamê li gorî agirbestê tev bigere yan na? Lewre divê em çalakiyên xwe sist nekin û helwesta xwe lewaz nekin. Divê hemû gelê me li ser piyan be.”