ÎZMÎR -Êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fûlya Erdogan ku di çalakiya protestoyê de axivî, got: "Em êrişên li ser gelê Kurd, konspeta şer û polîtikayên xerakirina demografiyê red dikin."
Platforma Saziyên Demokratîk a Îzmîrê li rêxistina DEM Partiyê taxa Yamanlar a navçeya Bayrakliyê derbarê êrişên çêteyên HTŞ û SMO'yê ên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da. Girseya ku tevlî daxuyaniya bû ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin, ji bo protestokirina dorpêçê girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Berxwedana YPG/YPJê”, “Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan” û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Fulya Erdogan li ser navê platformê daxuyanî xwendin.
Fûlya Erdoganê diyar kir ku armanca van êrişên li ser Sûriye û Rojava rasterast rêxistinbûn û kirdebûna kurdan e û got: ‘’Her wiha ev êriş ne tenê li ser gelê kurd, êrîşeke li ser fikra wekheviya gelan û pêkvejiyanê ye. Em dîsa bi israr dibêjin ku ji bo aramiya Rojlhilata Navîn pêwistiya me pergala rêveberiyên xweser hene. Ancax bi rêveberiyên xweser em dikarin li ser pêşeroja Sûriye û Rojava biaxivin.’’
Fûlya Erdaganê di dawiya daxuyaniyê de anî ziman ku şer li ku dera dinyayê be em ê li dijî wê biskenin û got: "Em êrişên li ser gelê Kurd, konspeta şer û polîtikayên xerakirina demografiyê red dikin."
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan û çepikan bi dawî bû.