Sancar serdana navçeya Kuluyê kir: Çareserî em in 2022-08-10 15:38:10 KONYA - Hevserokê Giştî yê HDP’ê li navçeya Kuluyê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Welatiyan gilî û gazinên xwe yên ji bo krîzaaborî anîn ziman, Sancar jî peyama “Çareserî em in” da welatiyan.    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li navçeyên Kulu û Cîhanbeylî yên Konyayê bi xelkê re hevdîtina dike. Sancar û şandeya pê re di ketina Kulu de hatin pêşwazîkirin. Şande pişt re derbasî navenda navçeyê bû û li Cadeya Ataturk serdana esnafan kirin.    Sancar bi esnafan re sohbet kir û esnaf û xelkê kêfxweşiya xwe nîşanî şandeya HDP’ê da. Bi sedan kes bi şandeyê re li esnafan geriyan û welatiyên li şaneşînên malên xwe bi çepikan piştgiriyê dan girseyê. Welatiyan dirûşma “HDP gel e, gel li vir e” berz kirin û di dema dimeşiyan de peyama “em heta dawiyê bi we re ne” dan.    Hevserokên rêxistinên partiyên wek CHP û DEVA yên Kuluyê jî li gel Sancar wêne girtin. Serokê DEVA’yê yê Kuluyê Ahmet Fevzî Koçtaş kêliyek bi Sancar re sohbet kir û wiha got: “Ez heyranî we me. Ez we destek dikim. Em ê her dem jî piştgiriyê bidin.”    'ÇARESERÎ EM IN’    Sancar û şandeya pere serdana esnafên bazara gel kirin û bi zarokên karker re sohbet kirin. Zarokan li bazarê petêx îkramî Sancar kir. Esnafên Kuluyê gilî û gazinên xwe yên aboriyê anîn ziman. Sancar jî wiha got: “Çareserî em in, em ê bi hev re çareser bikin.”    ‘HER TIŞT BI HEV RE MIMKIN E’    Esnafek ji Sancar re diyar kir ku baweriya wan bi HDP’ê tê û got: “Şert û merc nebaş in. Xwedî gotibe erê em natirsin. Dilê me qewî ye em ê dewam bikin.” Sancar jî got her tişt bi hev re mimkin e.    JI BER KRÎZA ABORÎ BÊZAR BÛNE    Sancar û şandeya pê re li qahwexaneyek rûniştin û bi welatiyan re çay vexwarin û sohbet kirin. Mehmet Bulut ê ku cotkariyê dike anî ziman ku ji ber krîza aborî gelek bêzar bûne û kêliyek bi Sancar re têkildarî siyaseta welat axivîn.    Di serdana li Kuluyê de dîmenên xweşik derketin holê. Sancar piştî serdana Kuluyê berê xwe da navçeya Cîhanbeyliyê.