Ji YNK’ê daxuyaniya hilbijartinek pêşwext 2022-08-16 12:31:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Fraksiyona YNK’ê Herêm Kemal Axa ragihand ku nabe ji ber ku aliyek hilbijartinê dixwaze, destûr were binpêkirin. Herêm Kemal da zanîn ku helwesta YNK’ê ya ji bo hilweşandina parlamento û hilbijartinek pêşwext jî heman helwesta Çarçoveya Hemahengiyê ye.    Ev 10 meh in bi ser hilbijartinên pêşwext yên Iraqê re derbas dibe, heya niha ne serokkomar hatiye hilbijartin, ne jî hikumet ava bûye. Aliyên siyasî heya niha li ser mijaran lihevnekirine, alîgirên Sedir nêzî du heftene li Herêma Kesk ya Bexdayê xwepêşandanan li dar dixin û dixwazin hilbijartinek nû pêk were.    Li ser vê mijarê Serokê Fraksiyona YNK’ê ya li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa helwesta hizba xwe eşkere kir. Kemal Axa ku ji Dengê Amerîka re axivî wiha got: “Li ser hilweşandina parlamento û dubarekirina hilbijartinan, fikra YNK’ê weke ya Çarçoveya Hemahengî reye. Eger Tevgera Sedir bixwaze parlamento were hilweşandin û hilbijartina pêşwext pêkbê, ji bo vê mekanîzmayên destûrî hene. Nabe ji ber daxwaza aliyek siyasî, destûr û yasa were binpêkirin.”   Kemal Axa diyar kir ku ji ber greva aliyên Sedir, cihek guncaw ji bo civîna parlamentoyê nemaye, niha dibe ku Herêma Kurdistanê cihê herî guncaw be ji bo civînên parlamentoya Iraqê.   Di dawiyê de Kemal Axa got: “Ji bo hilbijartina pêşwext hinek mekanîzme hene, çi wek yasa û budçe be. Ev jî pêwîstî bi hikumetek ku deng pê hatibe dayîn û bawer heye. Hikumeta niha ya Iraqê hikumetek demkî ye û ne xwedî vê desthilatê ye.”