HDP bi STO’yiyan re civiya: Çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e 2022-09-27 13:49:00   RIHA - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan li Rihayê bi STO’iyan re civiya û wiha got: “Em siyaseta Rêya Sêyemîn dikin. Yek ji tiştên bingehîn ku em hîn bûyîn ew e ku çavkaniya çareserkirina pirsgirêkan, gel e.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Rihayê bi nûnerên Rêxistinên Civaka Sivîl (STO) re civiya. Hevdîtin li Eywana Kongreyan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê hat kirin û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan, Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar ê HDP’ê Feleknas Uca, Parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Ayşe Surucu, Omer Ocalan û Nûsrettîn Maçîn, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Ciwanan a HDP’a Rihayê, nûnerên Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, Serokê Odeya Zîraatê ya Hewagê Fûat Almas, Odeya Mişawirên Darayî ya Rihayê û gelek nûnerên din ên STO’yiyan beşdarî hevdîtinê bûn.    Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan da zanîn ku partiya wan ev demekî dirêje li qadê bi gel re tê ba hev û wiha got: “Yek ji taybetiyên me yên sereke ew e ku siyasetê li herêmê di nava gel de bikin. Em ne mîna partiyên din siyasetê li navendê birêve dibin. Tu rejîmên ku herêm pirsgirêkên xwe nikarin vebêjin demokratîk nabin. Krîzên aborî û siyasî yên li Tirkiyeyê her kes pê dizane. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê rêxistinên girseyî yên demokratîk biryaran bidin. Em nêrînên vê derê esas digirin ji ber ku gel hîn dike. Yek ji sedema ku HDP heta îro xwe li ser pêyan girtî ev e.  Em kengî bikevin tengasiyê, serî li gel didin bê ka em dikarin çi bikin û çi hîn bibin. Bi sala ye tişta ku me fêm kirî ew e ku bingeha çareserkirina pirsgirêkan, gel e.”    ‘NNEYNİKA AKP-MHP’Ê GIRTÎGEH IN’   Bi domdarî Bakirhan got ku desthilatdariyê rêxistinên girseyî yên demokratîk “terorîze” kirin, hewl da bigire û wiha domand: “Li derveyî pergalê hatin hiştin. Jixwe desthilatdariya AKP-MHP’ê ji ewil êrişî rêxistinên girseyî yên demokratîk kir. Hêj niha jî bawermendên elewî nikarin baweriya xwe bijîn û kurd nikarin nasnameya xwe bînin ziman. Li dijî êzdiyan cihêkariyê dikin. Neynika Tirkiyeyê ne gotinên Erdogan û Soylu lê zextên ser HDP, gelê kurd, elewiyan û rêxistinên demokratîk in. Em hewl didin di siyaseta Tirkiyeyê de Rêya Sêyemîn birêxistin bikin. Daxwaza me ew e ku hemû kesên Tifaqa Ked û Azadiyê wek xelasiya xwe dibînin, di bin sîwana vê rêyê de bînin ba hev. Em ne tifaqa milet û ne jî ya cumhur in. Em tifaqa gel in. Yên ji xwe re dibêjin muxalîf dibêjin em ê li hev helal bikin. Lê em li hev helal nakin, em ê hesabê bipirsin.”    JÎNA AMÎNÎ BI BÎR XIST   Bakirhan, Jîna Mahsa Amînî ya ji hêla rejîma Îranê ve hatiye qetilkirin bi bîr anî û got ku mîna li Rojava, li dijî rejîma Îranê jî jin di têkoşîna azadiyê de bûne çirax.    UCA: MÎNAKA TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ NÎNE   Cîgira Hevserokê Giştî yê ji Têkiliyên Karên Derve Berpirsyar ê HDP’ê Feleknas Uca jî da zanîn ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û ev tişt anî ziman: “Li ser birêz Ocalan tecrîd heye. Ne tenê li ser birêz Ocalan lê li ser tevahiya civakê tecrîd heye. AKP, dixwaze bi siyaset şer û polîtîkaya tecrîdê desthilatdariya xwe bidomîne. Tifaqa Ked û Azadiyê her tim dibe hêvî. Desthilatdarî hildiweşe lewma êrişên xwe zêdetir dike. Lewma êrişî jinan û girtîgehan dikin. Her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin. Mînakeke vê ya li cîhanê nîne. Hêzên navneteweyî jî tiştên li Tirkiyeyê diqewimin temaşe dikin.”   ‘JIN JIYAN AZADÎ BÛ QÊRÎN’   Uca, destnîşan kir ku HDP roj bi roj mezintir dibe û axaftina xwe wiha xelas kir: “Em siyaseta Rêya Sêyemîn dimeşînin. Em vê ji bo kê vebêjin, hemû kes dibêje ku pêşeroj di vê rêyê de ye. Bi projeya neteweya demokratîk re dê hemû gel azad bibin. Hemû kes dibêje dem dema azadiya birêz Ocalan e. Bi hezara sazî û dezgehên Ewropayê vê dibêjin. Hemû kes baş di ferqê de ye ku nifteya çareseriyê di destê birêz Ocalan de ye. Me du roj berê konferansa TJA’yê li dar xist. Hemû beşdarên konferansê gotin; ‘em cisaretê ji jinên kurd digirin.’ Daxwaza azadiyê ya jinan, ji ferzkirinan bihêztir e. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ ne tenê ji bo jinên kurd lê ji bo hemû cîhanê bû qêrînek. Ev qêrîna azadiyê li her deverê belav bû.”