Pêşnûmepirs paşve hat şandin: Ma li vî welatî qedexeye ku mirov pirsa îstîfakirina Soylû bipirse? 2022-09-29 10:20:58 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî miameleya xerab a li Semra Guzel a HDP’î hatiye kirin pêşnûmeyek dabû Meclisê lê pêşnûmeya wî lê hatibû vegerandin. Gergerlîoglû bertek nîşan da û wiha got: “Gelo ma li vî welatî qedexeye ku mirov bipirse bê ka Suleyman Soylu dê îstîfa bike yan na?”   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû têkildarî Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de ku di 2’yê îlonê de li Stenbolê hatibû binçavkirin û miameleyeke xerab lê hatibû kirin, bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu bibersivîne pêşnûmepirsek dabû Serokatiya Meclisê.    Pêşnûmepirs, bi îmzeya Serokê Meclisê Mûstafa Şentop ve dîsa li Gergerlîoglû hat vegerandin. Di sedema paşveşandina pêşnûmeyê de hincet weke xala 96’an a Rêznameya Hundirîn (nêrîna şexsî) û xala 97’an a Rêznameya Hundirîn ku dikeve çarçoveya “pirsên divê neyên kirin” hatin nîşandan. Di hincetê de hat destnîşankirin ku heke Gergerlîoglû pirsên 7,8 û 11’emîn derxîne, dikare bê nirxandin.    PIRSÊN KU ‘DIVÊ NEYÊN KIRIN’   Li gorî Serokatiya Meclisê divê Gergerlîoglû ev pirs nekiribûna: “Di mijara pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de yekemîn wezareta berpirsyar, wezareta we ye. Gelo dema dîmenên tundiya li dijî jinan bi raya giştî re dihatin parvekirin, hûn qet dudil neman? Di dîmenê hatiye parvekirin de li Semra Guzel miameleyeke xerab tê kirin û şova siyasî hatiye kirin, gelo sedema vê şovê çi ye? Weke wezîrê wezareteke ku tundiya li dijî jinê bi raya giştî re parve kir, dê îstîfa bikî yan na?”    GERGERLÎOGLÛ BERTEK NÎŞAN DA   Omer Farûk Gergerlîoglû bertek nîşanî paşveşandina pêşnûmeyê de û wiha got: “Serokê Meclisê Şentop, têkildarî nêzikatiya xerab a li dijî parlamenteran dengê xwe nake. Hesaba vê tundiyê napirse û li rexa din jî nahêle em pirsan ji wezaretan bikin. Ev jî nîşan dide bê ka kîjan alî digire. Bi taybet jî pêşnûmeyên bi daxwaza bersivandina Soylû tên dayîn, paşve tên vegerandin. Em têkiliya di navbera Şentop û Soylû de mereq dikin. Divê Şentop di vê mijarê de biaxive. Li gel ku weke parlamenter, peywira me tê astengkirin jî Şentop dengê xwe nake. Tundiya li dijî Guzel, bi taybet hat kişandin û parvekirin. Me jî sedema vê şova siyasî pirsî. Bêyî ku şerm û fedî bikin, bi destê wezîrekî dîmenên ku pesnê tundiya li dijî jinê dide tê parvekirin. Gelo ma li vî welatî qedexeye ku mirov ji Soylû bipirse bê ka dê îstîfa bike yan na? Bawerim birêz Şentop xwe weke parêzerê Soylû dibîne. Ez niha jî ji te dipirsim, gelo dê ji Serokatiya Meclisê îstîfa bikî yan na?”