Buldan û Sancar dê bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin 2023-03-16 13:53:21 ENQERE - Di Tifaqa Ked û Azadiyê de HDP’ê pêşniyar kir ku tenê di lîsteyekê de bikevin hilbijartinê û TÎP û EMEP’ê jî pêşniyar kir ku bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê. Buldan û Sancar dê ji bo muzakereyan bi TÎP û EMEP’ê re hevdîtinê bikin.    Civîna Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi rojeva namzetiya serokkomariyê û hilbijartinên giştî ya li Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didome. HDP’ê di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî de biryar dabû ku di lîsteyekê de bikevin hilbijartinê û ev pêşniyar di civînê de pêşkeş kir. Her wiha Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Partiya Kedê (EMEP) pêşniyar kir ku bi lîsteyên xwe bikevin hilbijartinê.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar ku ji hêla Lijneya Rêveberiya Navendî ve hatiye peywirdarkirin, dê ji bo muzakerekirina pêşniyaran bi Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş û Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz re hevdîtinê bikin.    Di civînê de navber hate dayîn.