Erdogan: Pêvajo derbasî qonaxeke nû bû, divê li hemû aliyan bê guhdarîkirin 2025-11-05 13:44:37   ENQERE - Erdogan, diyar kir ku pêvajo derbasî qonaxeke nû bû û got: “Em gelek biqîmet dibînin ku li hemû aliyan were guhdarîkirin û dijber jî bin, li dijî bin li fikrên cuda were guhdarîkirin.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî. Erdogan, têkildarî tezkereya Iraq û Sûriyeyê ku ji bo sê salan hate dirêjkirin axivî û got: “Tevî nerazîbûnên muxalefetê jî bi tifaqeke mezin hate qebûlkirin. Çavê me li xaka tu welatan, li çavkaniyên wan ên sererd û binerd nîne.” Erdogan, îdia kir ku her cihê leşkerên wan lê ne “temînata hizûrê ne.”    ‘PÊVAJO DERBASÎ QONAXEKE NÛ BÛ’   Bi domdarî Erdogan îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û ev tişt anî ziman: “Em ê guh nedin tehrîkan. Di nava 2 hefteyên dawî de geşedanên girîng qewimîn. Me bi qebûlkirina birêz Buldan û birêz Sancar re hevdîtineke çêker kir. Me, piştrast kir ku heman fikarên me hene. Di hedefa xwe ya ‘Tirkiyeya bêteror’ de em gihiştin qonaxeke nû. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê jî ji 5’ê Tebaxê heta niha bi civînên xwe erka xwe bi serkeftî bi cih anî. Em gelek biqîmet dibînin ku di bin sîwana komîsyonê de hemû mijarên têkildarî pêvajoyê tên nîqaşkirin, hemû alî tên guhdarîkirin, her çend dijber jî bin li fikrên cuda tê guhdarîkirin. Komîsyona bi pêşengtiya Serokê Meclisê, xebatên girîng kir û valahiyeke mezin dagirt. Ji bo kesên wekî me yên biryardayînê, tecrûbeyeke xurt a rêberiyê ava kirin.”