Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e

img

ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz bang li welatiyên ku ji ber polîtîkayên çewisandinê yên PDK'ê ji Kurdistana Federe koç dikin kir û got: "Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e." 

Li Herêma Kurdistana Federe, bertekên li dijî pêkanînên antî-demokratîk yên Partiya Demokarata Kurdistanê (PDK) didomin. Li herêma Behdînanê ji kesên bertek nîşanî polîtîkayên PDK'ê didin bi sedan kes hatine binçavkirin û girtin û gelek kes jî ji bêgavî terka herêmê dikin. Her wiha ji ber nelihevkirina Hikûmeta Iraqê û PDK'ê jî karmend nikarin meaşê xwe wergirin û dahata ji petrolê tê jî bi awayekî adil nayê belavkirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, qeyrana li Herêma Kurdistana Federe û polîtîkayên PDK'ê nirxandin. 
 
Aydenîz, anî ziman ku PDK li hemberî gel polîtîkaya zordarî û zilmê dimeşîne. 
 
POLÎTÎKAYA PDK'Ê
 
Aydenîz, anî ziman ku polîtîkaya çewisandinê ya PDK'ê ya li ser gelê Kurdistana Federe, dişibe polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî kurdan û got: "Polîtîkayên ku niha PDK li Başûr pêk tîne, dişibe polîtîkayên Tirkiyeyê yên salên 1980-90'an ku li Kurdistanê pêk dianî. Ger rêvebirî li gor bejwendiyên malbatekê an jî partiyeke siyasî tevbigere, dê polîtîkayên wekhevî û azadîxwaz ne pêkan bin. Niha em di têkoşîna rewşenbîr, nivîskar, tenduristkar û xwendekarên Başûr de nerihetiya ji ber polîtîkayên rêvebiriya herêmê dibînin. Gel li hemberî vê pergalê dengê xwe bilind dike. Ji lew re di warê hiqûqê, mafên mirovan û jiyana azad de rewşine cuda xwe didin der. Ev jî bi destê PDK'ê tê kirin. PDK, van polîtîkayên xwe yên dijhiqûqî ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne. Di vî warî de Tirkiyeyê ji xwe re wekî mînak esas digire. Polîtîkayên ku li Tirkiyeyê li hemberî kurdan tên pêkanîn, heman polîtîka niha li Başûr bi destê PDK'ê tên pêkanîn." 
 
DIJMINATÎ
 
Aydenîz, ragihand ku rewşenbîr, rojnamevan, mamoste û karker li hemberî polîtîkayên PDK'ê berxwedaneke mezin pêk tînin û got: "Ev berxwedan nîşan dide ku polîtîkayên PDK'ê ne wekhev û demokratîk in, ne li gor jiyana wekhev û azad a gel e. PDK, van polîtîkayan ji bo berdewamiya zordariya xwe pêk tîne. Li Tirkiyeyê çawa ku îqtidar nikare daxwazên gel pêk bîne û li hember van daxwazan polîtîkayên zordarî û zilmê pêk tîne, PDK jî li Başûr heman tiştî dike. Lewma li Başûr dawiya krîzan nayê." 
 
'ÇARESERÎ BERXWEDAN E'
 
Aydenîz, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên PDK'ê welatî ji Herêma Kurdistana Federe koç dikin û berê xwe didin welatên Ewropayê û bal kişand ser drama li sînorê Belarûs-Polonyayê. Aydenîz, anî ziman ku mafê her kesî heye ku li axa xwe zikê xwe têr bike û bi awayekî ewleyî bijî. 
 
Aydenîz got: "Bi taybetî jiyana li erdnîgariya kurdan, mafê kurdan e. Ji lew re bi salan e ji bo erdnîgariya xwe têdikoşin. Divê mirov li xaka xwe li dijî polîtîkayên der hiqûqî û qanûnî bitêkoşe. Divê li dijî van polîtîkayên şerxwaz û qirêj têkoşîn bê xurtkirin. Terkkirina xaka xwe ne çare ye. Li hemû qadan polîtîkayên zordar û qirêj tên meşandin. Li dijî van pêkanînan, tekane rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e." 
 
MA / Omer Akin - Mehmet Guleş