Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Elvan îstifa kir

img
ENQERE - Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Lutfî Elvan îstifa kir û Nûreddîn Nebatî ku weke kesekî nêzî zavayê Erdogan Berat Albayrak tê nasîn tayînî şûna Elvan hat kirin. 
 
Wezîrê Xizîne û Maliyeyê Lutfî Elvan ku beriya 2 hefteyan di koma partiya xwe de Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan bi awayekî sergirtî bertek nîşanî wî dabû û gotibû ku nikare pê re bixebite, îstifa kir. Di biryara tayînkirinê ya bi îmzeya Erdogan de ji bo Wezareta Xizîne û Maliyeyê Nûreddîn Nebatî hat tayînkirin.