Bûldan bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir

img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan ku bi sefîrên welatên Ewropayê re hevdîtin kir, bal kişand ser zextên li dijî partiya xwe û tecrîda li Îmraliyê. 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hîşyar Ozsoy, di xwarina ku bi malovaniya Sefîrê Mezin ê Delegasyona Tirkiye û Yekitiya Ewropayê (YE) de bi sefîrên welatên YE'ê re hatin gelhev. 
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ
 
Di hevdîtinê de Bûldan, nêrina partiya xwe ya ji bo qrîza siyasî û aborî ya li welat parve kir û nîqaş û lêkolîn û nîqaşên nav raya giştî yên derbarê hilbijartinên ku nêz dibin de nirxand. Bûldan, nêrinên xwe yên derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pek nanîne biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a derbarê Demîrtaş de, Doza Kobanê û doza girtiya HDP'ê de ragihand. 
 
'WÊ HDP ROLEKE GIRÎNG BILÎZE'
 
Di hevdîtinê de Bûldan, pirsên sefîran jî bersivand û diyar kir ku rexmî zext, girtin û darizandinan jî HDP hêza xwe mezin dike û di siyaseta pêşerojê ya Tirkiyeyê de weke aktoreke ku encaman diyar bike wê di guhertina siyasî ya welat de roleke girîng bilîze.