Buldan: Çareserî em in û dê desthilatdariyê têk bibin

img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan da zanîn ku pirsgirêka kurd 100 sal bi welat dan windakirin û wiha got: “Hêza çareseriyê em in û soza me heye. Em ê vê desthilatdariya ku bêedaletiyê hildiberîne, xespkar talankera hiqûqê têk bibin.” 
 
5’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê bi tevlibûna hezaran kesên ji Serhad, Botan, Amed, Ege, Marmara û ji çar aliyên welêt herikîn Eywana Werzîşê ya Enqereyê bi coşeke mezin berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bi çepik û tililiyan derket ser dikê û axivî. 
 
Beşdaran demekî dirêj bo Buldan çepik lêdan û dirûşm berz kirin. Buldan, di destpêka axaftina xwe de gelê kurd, kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, ciwan, Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê, dayikên girtiyan, jin, kedkar, elewî, girtiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, hêzên demokrasiyê, xebatkarên partiyê, mêvan û kedkarên çapemeniyê silav kir. Buldan diyar kir ku bi coş û israra heyî îro li Enqereyê dîsa dîrokek tê nivîsandin û wiha domand: “Divê hemû kes baş li guherîna mezin a li eywanê binihêre. Hêza ku dê pêşerojê ava bike li vê derê ye. Ev deng, dengê gelan ê guherînê ye. Ev rengê li vê eywanê peymana pêkvejiyana wekhev a kurd, tirk, elewî, ermen, ereb, çerkes, suryan, êzdî, rum, laz, xiristiyan, cihû û romanan e.” 
 
JI EDÎRNEYÊ BER BI COLEMÊRGÊ VE PIRA DEMOKRASIYÊ 
 
Bi domdarî Buldan anî ziman ku ew wisa bi hêsanî negihiştine van rojan û wiha berdewam kir:
 
“Me hemû astengî, dîwarên tirsê, bend, kompas û darbe têk birin û wisa hatin vê rojê. Me yek deqeyê dev ji têkoşîna xwe berneda û me li ber kesekî serê xwe netewand. Bi meşa xwe ya demokrasiyê re em ji Edîrneyê heta Colemêrgê bûn pira demokrasiyê. Me ji bo hemû bawerî û nasnameyan got ku hemwelatiya wekhev û bi elewiyan re bûn Can. Em bûn dengê bindest, astengdar, penaber û zarokan. Me got hûn bi tenê nînin û HDP heye. 
 
HÊZA ÇARESERIYÊ HÛN IN 
 
Bi xebatên xwe yên li parlamentoyê me nîşanî hemû kesî da ku Tirkiyeyeke din mimkin e. Bi mezinkirina têkoşîna xwe ya jinan re me rê li ber nûnertiya wekhev a di siyasetê de vekir. Weke partiyeke jinan, me muxalefeta jinan veguherand hêza bingehîn a siyaseta demokratîk. Ji qadan heta kursiyên parlamentoyê, em li her deverê bûn dengê herî xurt ê aştiyeke birûmet. Li ser bingeha ewqas berxwedan û têkoşînê em dibêjin bila gotina me heye, çareserî em in û hêza guherînê em in. Ew hêz jî hûn in. Me çawa karîbe hêvî û wêrektî li ser pêyan hêla be, dê teqez jiyana nû jî ava bikin û serbikevin. 
 
EM Ê FÎNALÊ VEGUHERÎNIN SERKEFTINA DEMOKRATÎK 
 
Hêvî û bendewariya ji HDP’ê her ku diçe zêdetir dibe. Mezinbûna tifaqa me ya demokrasiyê û tifaqa me ya bi partiyên Kurdistanî re, hêviya me hîn mezintir dike. Lewma bila gumana kesekî nebe ku em ê rola xwe çareseriyê ya di siyaseta demokratîk de bi awayekî herî xurt bilîzin. Em ê vê serdema fînalê veguherînin serkeftina demokratîk a gelê xwe. 
 
ISRARA DI TECRÎDÊ DE XIZMETÊ JI NEÇARESERIYÊ RE DIKE 
 
Zîhniyeta AKP’ê biisrar e ku bi polîtîkaya xwe ya înkar û zextê welêt paşve dibe. Pirsgirêka kurd sed sal bi vê erdnîgariyê da windakirin. Ev pirsgirêk heqîqetek e ku li pêşiya welêt û siyasetê disekine. Li pêşiya demokratîkbûna komarê ev pirgirêk astengiya herî mezin e. Birêz Ocalan digot ‘ez dikarim vê pirsgirêkê di nava hefteyekî de çareser bikim’ lê niha di tecrîdeke giran de ye. Vê yekê jî neçareserî û alozî hîn mezintir kir. Israra di tecrîdê de, xizmeta ji neçareseriya navneteweyî û komployê re ye. Divê di zûtirin demê de ji vê xeletiya xwe vegerin û tecrîdê bi dawî bikin.
 
RASTIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Hûn ê nekarin bi polîtîkaya xwe ya şer û dijkurd destkeftiyên kurdan tune bikin. Dê Rojhilata Navîn û Sûriye ne bi zîhniyeta we ya li ser dijminatiya kurdan hatiya avakirin lê dê bi vîna yekitiyê û tifaqa wan a bi gelên din re teşe bigire. Israra gelê kurd a di siyaseta demokratîk de û têkoşîna demokrasiyê ya mezin a bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re dimeşîne, dê teqez pêşeroja vî welatî diyar bike. Em li vir dibêjin rêya çareseriyê, muzakereya demokratîk û diyaloga li ser bingeha siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî ye. Hemwelatiya wekhev, perwerdeya bi zimanê dayikê, demokrasiya xurt a herêmî û guherandina pergala darazê çendek gavên ji bo çareseriyê ne. Cih û bingeha diyalog û mutabakata siyasî jî meclis e. 
 
FIKRA ÇARESERIYÊ LI CEM HDP’Ê YE
 
Em, van rê û rêbazên demokratîk weke berpirsyariya hemû kesên li ser navê welat siyasetê dimeşînin dibînin. Fikra çareseriyê jî li cem HDP’ê ye. Em ê qadê ji siyaseta şerxwaz re nehêlin. Dê teqez serdema siyaseta ku vê pirsgirêkê çareser neke bi dawî bibe û ya HDP’ê dest pê bike.  
 
Kedkarên hêja; desthilatdariya AKP-MHP’ê ya rant û talanê bi krîza mezin a aboriyê re bi milyonan kes birçî hişt ku niha têkoşîna jiyanê didin. Çavkaniyên cemaweriyê weke serweta xwe ya taybet bi kar anîn. Bi zem û bacan çav berdan berîk û sifreya gel. Lê em ji wan re dibêjin ku hûn dê biçin û xwediyên vî welatî em in, ev gelê me yê kedkar e. Em ê vê pergala heramxwiran têk bibin û welatekî nû ava bikin. Em ê çavkaniyên aboriyê yên gel ji destê talankeran derxînin û têxin xizmeta gel. Doza me ye ku em ê ne ji bo kêmtirîn heqdest lê dê ji bo jiyaneke herî birûmet têkoşîna xwe bimeşînin. 
 
PERGALA NIRXÊN DEMOKRATÎK
 
Bêedaletî, bêhiqûqî, vesayeta desthilatdariyê ya li ser parlamento û siyasetê, tayînkirina qeyûman, îşkenceyên giran ên li girtîgehan, dozên kompasan, hewldanên sansûrkirina çapemeniya azad, tundiya li ser jin û ciwanan û hwd. weke pirsgirêkên herî girîng li pêşiya me disekinin Deshtilatdariya AKP-MHP’ê di her qadê de demokrasiya navneteweyî da aliyekî û bi rejîma bêhiqûqiyê û bi dozên kompasê hewl dide welêt bîne ser rêya xwe. Lê belê HDP û hêzên demokrasiyê dê tu carî rê nedin vê.  Me heta niha pir mezin li ber xwe da û nehişt pêşeroja Tirkiyeyê teslîm bê girtin. Em ê ji bo avakirina pergaleke addilan bi vê hêza xwe têbikoşin. Hêza çareseriyê em in. Em ê desthilatdariya ku bêedaletiyê hildiberîne, xespkar, qeyûmkar û hiqûqê talan dike teqez têk bibin û hilweşînin. 
 
EM LI BER GUHERÎNEKE MEZIN IN 
 
Em di erafa guherîneke mezin de ne. Pêdiviya Tirkiyeyê bi pergaleke demokratîk heye. Çareserî bi demokrasiya herêmî ya xurt heye. Pêdivî bi parlamentoyeke xwedî erkên berfireh û piranîparêz heye. Armanca me jî avakirina vê pergalê ye. Ev hilbijartin tenê hilbijartina diyarkirina serokomar e. A girîng, guherandina pergala ku krîza diafirîne û avakirina pergaleke demokratîk û wekhev e. Ya ku vê pêvajoyê diyar dike jî HDP ye. Me di deklarasyona di 27’ê îlonê de got bê ka em pêşerojeke çawa dixwazin. Em hêj bi heman awayî difikirin. 
 
BAL KIŞAND SER RÊYA SÊYEMÎN
 
Divê ev yek jî bi zelalî bê zanîn ku gelên Tirkiyeyê neçarî siyaseta restorasyonê jî nîne. Siyaseta ku ne ji bo guherandina pergalê lê ji bo bidestxistina desthilatdariyê hewl dide, dê tu xêra wê bo pêşerojê nebe. Xet û cihê diyarkirina pêşerojeke demokratîk, HDP ye. Em dibêjin ku rêyeke din heye. Ew rê jî Rêya Sêyemîn e ku HDP bi israr diparêze. Ev jî tifaqa demokrasiyê ya Tirkiyeyê ku em bi hev re tevdigerin. Tifaqa demokrasiyê, hevkariya têkoşîneke dîrokî ye. Dê di demên pêş de ji bo avakirina demokrasiyê de roleke mezin bilîze. Em ê makeqanûneke demokratîk ku mafên hemû gel, nasname, mafên hemwelatiya wekhev û azadiyê diparêzin bi saya tifaqa demokrasiyê ava bikin. Em soza vê didin. 
 
EM Ê YEKITIYA GELAN AVA BIKIN 
 
Em ê Peymana Stenbolê dîsa bînin û bisepînin. Em careke din soz didin jinan. Çawa ku her darek li ser koka xwe şîn dibe, her aîdiyet jî dê hebûna xwe bi mafên xwe yên di makeqanûnê de bidomîne. Banga me li hemû derdorên jiyaneke wekhev, xwedî gotin û hwd. ew e ku tev li Tifaqa Demokrasiyê bibin. Em ê bi vê nûnertiya xurt re parlamentoyê bikin bingeha çareseriyê. Em ê bi saya demokrasiya xurt û aştiya birûmet re yekitiya gelên Anatoliya û Mezopotamyayê ava bikin. Jinên hêja, hem yên li ber xwe didin û hem jî yên jiyanê ava dikin em in. Yên ku dê birêve bibin jî dê em bin. Em ê bi tifaqa jinan re welêt ji vê tarîtiyê rizggar bikin.
 
HÊZA ÇARESERIYÊ YA CIWANAN 
 
Ciwanên hêja, hêza we hêza çareseriyê ye. Gotina we gotina me ye. Em ê vê guherîna mezin bi saya we pêk bînin. Avakarên serdema nû hûn in. Banga me li hemû kesên guherînê dixwazin ew e ku mil bidin milê me û em bi hev re têbikoşin û bi ser kevin.”