Mêvanên ji Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Me ruhê gelê kurd dît

img
ENQERE - Parlamenterê Partiya Antîkapîtalîst Mireille Court ku ji Fransayê beşdarî kongreya HDP’ê bûye keyfxweşiya xwe ya beşdariya kongreyê anî ziman û wiha got: “Tevî zexta hikûmeta Tirkiyeyê jî ewqas mirov beşdarî kongreyê bûne. Ev jî ruhê gelê kurd nîşanî me dide.” 
 
Li gel her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê, her wiha ji nûnerên partiyên siyasî heta sefîr û aktîvîstan, gelek kes ji Ewropa û Rojhilata Navîn jî beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn. Aktîvîstên ku ji welatên Ewropayê beşdarî kongreyê bûbûn, derheqê coşa kongreyê axivîn. 
 
Parlamentera Partiya Antîkapîtalîst Mireille Court ku ji Fransayê hatibû keyfxweşiya xwe ya beşdarbûna kongreya HDP’ê anî ziman û wiha got: “Li gel zexta hikûmeta Tirkiyeyê jî gelek kes beşdarî kongreyê bûne. Ev jî ruhê gelê kurd nîşanî me dide. Ji bo piştevaniya bi HDP’ê re û ji bo ku xwe bi tenê hîs nekin em hatin vê derê. Dê piştevaniya me ya bi HDP’ê re bidome.” 
 
‘EM BI HDP’Ê RE NE’
 
Parlamenterê Partiya BILDU Baskê Igor Zulaika ku ji Spanyayê beşdarî kongreyê bûye jî anî ziman ku ev çendek roj in li Tirkiyeyê ye û wiha domand: “Tiştekî girîng e ku di serdemekî wiha de piştgiriyê bidin HDP’ê. Coşa li vir hêviyê dide mirov. Tevî hemû zexta hikûmeta Erdogan jî, coş û hêviya hemû kesan pir zêde ye. Gelê Baskê jî zexta hikûmetên Fransa û Spanyayê baş nas dike. Lewma bi gelê kurd û gelên din ên li Tirkiyeyê li ber xwe didin re ye. Partiyên me jî hatin girtin û bi dehan siyasetmedarên me hatin girtin. Lewma me xwest piştevaniyê bidin HDP’ê ku di bin zextan de ye û ji bo ku gelê kurd nebêje ‘em bi tenê ne’ em hatin vê derê. Ev yek girîng e. Hêvîdarim HDP di salên pêş de serkeftinên mezin bi dest bixe. Em bi HDP’ê re ne.”
 
TENÊ HDP DIKARE TIRKIYEYÊ DEMOKRATÎK BIKE 
 
Bi domdarî Zulaîka diyar kir ku dema vegeriyan welatê xwe, dê kampanyaya nameyan a bi girtiyên siyasî re bidin destpêkirin û wiha pê de çû: “Ev demekî dirêj bû me amadekariya vê kampanyayê dikir. Gelek girtiyên me yên siyasî jî hene. Lewma em baş dizanin bê ka nameyên girtîgehan çiqas girîng in. Weke enternasyonalan em ê vê teqez bikin. Tekane partiya ku bikare Tirkiyeyê demokratîk bike, HDP ye. Lewma divê em têkoşîna xwe mezintir bikin. Ji ber ku kesek li cihê me natêkoş e. Di dema vê têkoşînê de em ê mil bidin milê HDP’ê.” 
 
‘HÊZA LI VIR HÊVIYÊ DIDE ME’
 
Parlamenterê Partiya Çepa Komarparêz Meritxell Serret ku ji Katalonyayê hatiye jî derheqê mijarê de nêrînên xwe wiha parve kir: “Me xwest di vê serdema zehmet a HDP’ê de jê re bibin piştevan. HDP têkoşîna azadî û dmokrasiyê dide. Weke katalanan em jî vê têkoşînê dikin. Em baş dizanin bê ka têkoşîna HDP’ê çiqas girîng e. Hêz û kelecana li vê derê hêviyê dide me. Em li vê derê hêza demokrasiyê dibînin. Em ê destûrê nedin ku mirovên li dijî tîranan têkoşîna azadiyê didin, krîmînalîze bikin. Têkoşîna HDP’ê her wiha têkoşîna me ye. Yên ku dixwazin hêza gel bibînin bila li vê eywanê binihêrin. Dema em bi hev re têkoşiyan dê bikarin azadiya xwe bi dest bixin. Divê gelê kurd ji ber vê yekê jî bi xwe serbilind be. Em di wê baweriyê de ne ku serkeftin dê bibe ya vê hêzê. Hûn ji bo gelek kesên li deverên cuda yên cîhanê ji bo azadiya xwe têdikoşin, çavkaniya hêviyê ne.”