Sancar rêyên çareseriyê nîşandan: Li ser Îmraliyê lîstikan nelîzin

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di serî de pirsgirêka kurdan ji bo hemû pirsgirêkên li welat rêyên çareseriyê nîşandan û ev hişyarî kir: “Em dibînin ku nîqaşên têkildarî tecrîda mutleq a li Îmraliyê tê sepandin zêde dibin. Li ser tecrîdê lîstikan nelîzin.”
 
5’emîn Kongreya Mezin a Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku li Eywana Sporê ya Enqereyê pêk tê û ji çar aliyên cîhanê bi deh hezaran kes diherikin, bi coşek mezin berdewam dike. 
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ê di kongreyê de axivî, bi zaravayên kurdî kurmancî û kirmanckî, bi erebî, tirkî, ingilîzî, almanî û erebî beşdarvan silav kirin û wiha got: “Em îro 5’emîn kongreya asayî ya partiya xwe pêk tînin. Ev girseya bi coş, milyonên ku çav û dilê wan bi me re ye, bersiveke gelekî zelal didin hemû komployên li dijî partî û hevrêyên me. Ne hewce ye ku mirov gotineke din bibêje. Belkî ne hewceye em biaxivin, lê dengê ku ji vir derkeve teqez wê gotina me ji hemû kedkarên vî welatî re ragihîne. Ev kongre, ev biryardarî, ev cesaret, ev dilsozî ji bo yên li qesran rûdinên re dibêje, hûn nikarin me ji vê rêyê, ji vê rêhevaltiyê dûr bixin, hûn nikarin pêşiyê li me bigirin. Ji ber ku fikra me xurt e, doza me mafdar e, em bi dil û can girêdayî vê doz û ramanê ne, ji ber vê yekê em ê teqez bi ser bikevin.” 
 
Sancar, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro ez ji dilpakî û biryardariya gelê me dibînim ku roj bi roj piştgiriya wan ji bo me zêde dibe, erê em bi ser ketin ku soza me dabû gelê xwe heta asteke mezin bi cih anî. Belê, kêmasiyên me hene, şaşitiyan dikin, lê me tu carî ji dilsoziya xwe ya bi cewhera soza xwe ya ku me da gelê xwe dûr neketin. Ev ji bo me cihê rûmet û serbilindiyê ye. Em bi biryar in ku vê meşê bidomînin. Hemû hevrêyên me yên berdêl didin divê zanibin ku ev berdêl vala nayên dayîn, em ê teqez bigihêjin armancên xwe, bila gumana tu kesî ji vê nebe. Ez silavan ji hemû hevrêyên me yên li zindanan û sirgûnî derveyî welat hatine kirin re dişînim. Em ji kevneşopiyeke mezin a berxwedanê tên; saet û roj têrê nakin ku vê derê rave bikin. Lê em ne tenê tevgereke berxwedanê ne. Em jî tevgereke wiha ne ku armanc dikin ku li ser vê berxwedanê tişta nû ava bikin. Berxwedan û avakirin armancên me yên ji hev necuda ne. Niha dema avakirinê ye. Ev kongreya vê yekê pêk tîne. “Jiyana nû” ya em dixwazin ava bikin, ji pirsgirêkên sedsalî yên vî welatî heta pirsgirêkên xwe yên navîn û demkurt, ji her cure pirsgirêkan re çareseriyên berfireh, kûr û mayînde dihewîne.
 
DESTHILAT DITIRSE
 
Ji ber ku em alternatîfa herî xurt a planên newekhev, yekperest, otorîter, kedxwar, talanker in, ev wan ditirsîne. Ji ber vê yekê bi hemû hêz û zora xwe êrîş dikin, hewl didin me bêdeng bikin, difikirin ku wê me tune bikin. Vala diceribînin, ketine pey xeyalên vala. Berhevkirina têkoşînên bi dehan salan, biryardariya têkoşînê, hemû mafên ku em bi hev re dimeşin, bi taybetî jî kurd û biryardariya hêzên demokrasiyê wê van hemû planan têk bibe, wê siberojê jî têk bibe û îro jî wê têk bibin. 
 
JI BO ÇARESERIYÊ SIYASETA DEMOKRATÎK
 
Hêza fikrên me ji girêdayîbûna wê ya bi rastiyê, ji pêşketina wê ya li ser bingeha rastiyê tê. Yek ji wan rastiyan û ya herî girîng jî pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka kurd rastiyeke ku xwedî dîrokeke sed salî ye, bi pevçûneke ku çil sal nêzîk dibe re di nava hev de ye. Paşguhkirina vê navbeynkariyê tê wateya hewldana cihekariya çareserî û aştiyê. Ji ber vê yekê em dibêjin çareserî û aştî di nava hev de ye. Ez dixwazim bi taybetî destnîşan bikim ku rêbaza çareserîyê nikare bibe şer-pevçûn-tundî. Çareserî û aştî encax bi diyalog, muzakere û siyaseta demokratîk dikare pêk were. Em her tim dibêjin hevrûbûn, em her tim dibêjin heqîqet. Em bi israr in ku divê ev rastî bê dîtin. Israra me ya ji bo çareseriyê, ji rastiya ku piraniya bingeha me ji kurdan pêk tê, pêk nayê. 
 
Ji aliyê dîrokî û niha ve em di her mijarê de şopên vê meseleya pirrengî dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya pirsgirêka kurd ya bi rêbazên demokratîk û terikandina polîtîkayên înkar, tunekirin û asîmîlasyonê wê aştî û aramiyê bîne ser van axan, lewma em her tim dibêjin aştî, em di parastina aştiya mezin de israr dikin. 
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD
 
Dema em di vê rêyê de bi rê ketin me soz da, em çareserî ne, soza me heye. Em pêvajoyeke ku parlamento di navenda çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de cih bigire pêşniyar dikin. Qala pêvajoyeke aştiyê dikin ku hemû partiyên siyasî û hemû beşên civakê bi rengekî herî berfireh tev li bibin. Em pêvajoyeke aştiyê ya bi konsensûsa civakî pêk were pêşniyar dikin. Em çima dixwazin meclîs li navendê be, wê temînata pêvajoyê biafirîne, divê biafirîne, wê zelaliyê misoger bike, divê misoger bike. Heta ku ev nebin nabe ku pêvajoyeke aştiyê mayînde bibe. Çend gav dikarin bên avêtin ev negavên zor û zehmet in. Em pêşniyar dikin. Ez ê niha çend serenavan hejmêrim. Ji bo pêvajoyeke wisa pêk were wê ev gav rêyê vekin. 
 
GAVÊN BÊN AVÊTIN
 
Garantîkirina welatîbûna wekhev a li ser bingeha mafan, Naskirina mafên nasnameyê, bi taybetî perwerdeya bi zimanê dayikê, qebûlkirin û avakirina demokrasiya herêmî, tamîrkirina hemû zerarên bi rêya dadgeriyê hatine afirandin, bi encamên xwe re hemû mehkûmiyet û darizandinên siyasî ji holê bên rakirin, dawî li xespkirina vîna siyasî û destketiyan bîne, rejîma qeyûm a bi taybetî li şaredariyan divê ya li her qadê bê bidawîkirin. Cihê ku ev bên muzakerekirin û bicih anîn divê di serî de bibe Meclîs. 
 
ROLA HDP’Ê
 
HDP di vê mijarê de hêz û aktora bingehîn a damezrîner e. Çareseriyeke rasteqîn û aştiyeke mayînde encax bi konsensuseke berfireh a civakî dikare pêk were. Ji bo vê yekê jîngeheke azad û demokratîk pêwîst e ku hemû beşên civakê karibin bi hev re diyalog û nîqaşên çêker berdewam bikin. Ji ber vê yekê têkoşîna çareserî û aştiyê tu carî nikare ji têkoşîna azadî û demokrasiyê qut bibe. Hemû di nav hev de ne û her gavên ku em ji bo çareseriyê bavêjin wê demokrasiyê xurt bike. Her gaveke ku em ji bo demokrasiyê bavêjin wê çareseriyê xurt bike. 
 
LI SER NAVÊ ÎMRALIYÊ GOTINA NEBÊJIN
 
Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, em dibînin ku pirsgirêka kurd di serî de ji aliyê hikûmetê ve vediguhere amûreke hesabên siyasî yên qirêj û senaryoyan. Divê nîqaşên serdemên dawî yên têkildarî tecrîda mutleq a li ser Îmraliyê tên sepandin vê çarçoveyê de bên nirxandin. Em hikûmetê li vê derê hişyar dikin, li ser tecrîdê nelîzin, mijareke ewqas girîng ku tevahiya welêt û herêmê eleqedar dike, ji bo armancên xwe yên siyasî û desthilatdariyê weke amûrekê bi kar neînin. Eger hûn hewl bidin vê bikin, hûn ê bi ser nekevin. Li ser navê Îmraliyê neaxivin, bi hewldana xapandina gel, rojevên afakî ava nekin. Tecrîdê bi dawî bikin, hemû derfetên ku Abdûllah Ocalan çi difikire û bikare pêşkeşî rayagiştî bike û mafê wî ye pêk bînin. Ez dixwazim ji vir bangî partiyên din ên muxalîf jî bikim. Meseleya tecrîdê qasî ku terkî manupulasyonên desthilatê neyê kirin cidî û girîng e. Divê muxalefet û hêzên demokrasiyê jî di mijara aştiyê de daxwaz bikin ku şert û mercên ku aktorekî ku gelek caran îspat bûye ku ji bo vê rolê bilîze bên başkirin ku vê yekê bikare pêk bîne. Mijara rakirina tecrîdê tevkariyê li çareseriya li vî welatî nake, berevajî vê yekê bêçareseriyê kûrtir dike. 
 
HÊZA ÇARESERIYÊ HDP YE
 
Ez ji vir dibêjim ku pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke ku di serdemên hilbijartinê de bê bibîranîn û amûrkirin. Kî difikire ku vê meseleyê ji bo hesabên xwe yên siyasî bi kar bîne, wê bi awayekî cidî şaş bibe û wê mezin winda bike. Divê raya giştî ya demokratîk jî baweriyê nede argumanên derew ên tên belavkirin. Tu gotin û tevgerên ku rêgez, cidiyet û nêzîkatiyeke çareseriya demokratîk di nav xwe de nehewîne, şansê wê yê serkeftinê li vî welatî tune ye. Divê herkes bizanibe ku ew ê pêk neyê jî. Rêgez, cidiyet, biryardarî û vîna çareserî û aştiyê li vir e, em in, HDP ye, hûn in, gel in. Ji ber wê yekê em dibêjin ku çareserî em in û ji bo çareseriyê jî soza me li gelan heye. Em nahêlin ku çareserî sed salên din jî vî welatî dîl bigire. Em rêya çareseriyê û aştiyê teqez bikin yek.
 
Belgeya helwestê ku me di 27’ê Tîrmehê de aşkera kir dirûstbûn û samimiyeta me ya di vê mijarê de radixe li ber çavan. Me got pirsgirêkên bingehîn û rêgezên çareseriya wan ev in. Li dora van rêgezan me dest bi xebatên avakirina tifaqên demokrasiyê kirin. Tifaqa me ne ji bo demekî derbasdar an jî ji bo hilbijartinê tê avakirin me îlan kir ku tifaqeke demdirêj û mayînde avadikin. Em îro vê kêlî bi kêlî ava dikin. Ji ber tifaqa demokrasiyê navnîşana hemû beşên civakê ye. Tifaqa demokrasiyê ya herî fireh e. 
 
QEYRANA ABORΠ
 
Qeyrana aborî her ku diçe kûr dibe, xizanî û newekhevî zêde dibe, sere nelirêtiya tê kirin nikare bê girtin, aştiya ku nayê avakirin. Gel ji vê re dibêjin bes e, civak guhertinan dixwazin. Ev mîlyonên ku beşa herî bilind a vî welatî bi hişmendî û rêxistinbûyîna herî bilind a siyasî pêk tînin, hêza herî dînamîk a têkoşîna demokrasî û aştiyê ne. Bêyî ku ev hêz li ber çavan were girtin, ne demokrasî, ne edalet û ne jî aştî nayê welat. 
 
MEŞA BER BI ARMANCÊ VE
 
Di hilbijartina Serokkomariyê de helwesta me dîsa zelal e. Di rewşeke ku muzakereyên vekirî û zelal li pêşiya raya giştî werin kirin de, weke ku me di belgeya xwe ya helwestê de diyar kiriye, em ji danûstandinan û fikra namzetekî hevpar re vekirî ne. Eger ev pêk neyê, vebijêrka ketina hilbijartinê ya bi namzetê me yê rast, weke vebijêrkeke xurt dimîne. Ji bo vê em ê bi nîqaşkirina vê yekê bi pêkhateyên xwe, hevkarên xwe yên têkoşer û gelê xwe re di rê de bimeşin. Di serdemeke ku gelek krîz hene de, em ê bi van rêgezan çareseriyê biafirînin. Bi milyonan guherînê dixwazin, pergala mêtinger a derewîn welêt îstîsmar dike û ber bi karesatê ve kaş dike. Em navnîşana têkoşîna herî xurt a li dijî vê pergalê û desthilatdariyê ne. 
 
EM Ê BI TIFAQA DEMOKRASIYÊ RE NAMZETÊ XWE DIYAR BIKIN 
 
Di vê rewşê de em ê bi girseya xwe, bi pêkhateyên tifaqa demokratîk re, hemû beşên ku em dikarin xwe bigihîninê de nîqaş bikin û namzet diyar bikin. Armanca me jî wê mayîna tûra duyemîn be. Meşa jiyaneke nû û peymaneke nû ya civakî û avakirina jiyaneke nû ye. Em soza ku baweriya me ebedî ye didin hemû gelan û cîhanê û em ê vê soza xwe teqez pêk bînin. Bila kongreya me bibe wesîleya bedewiyên li tevahiya welat û cîhanê. Em ê teqez serbikevin. Çareserî em in, serkeftin ya me ye. Riya me vekiribe. Bimînin di nav xêr û xweşiyê de.”