Jinên girtî bo kongreya HDP’ê peyam şandin: Dê dengê we mîna qêrîna azadiyê olan bide

img
ENQERE - Girtiyên jin ên li girtîgehên Kandire û Sîncanê ji bo kongreya HDP’ê peyamek şandin û wiha gotin: “Dengê we yê bilind dibe dê li dijî dîlgirtina Ocalan mîna qêrîna azadiyê olan bide.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag, Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Berê Gultan Kişanak, Hevşaredara Dêrsimê ya Berê Nûrhayat Altûn, parlamentera berê Gulser Yildirim û Edîbe Şahîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê tên ragirtin û Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Berê Sebahat Tuncel, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, siyasetmedar Zeynep Karaman, Aynûr Aşan, Zeynep Olbecî, Pervîn Oduncu, Meryem Adibellî, Dîlek Yagli, Ayşa Yagci û Bîrcan Yorulmaz ên li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya HDP’ê peyamek şandin. 
 
Peyama siyasetmedarên jin ên li Girtîgeha Kandirayê wiha ye: “Merhaba rêhevalên hêvî, azadî, aştî, edalet, ked, xweza û berxwedêriya ku mirovan dike mirov! Em hemû heval û hêjayên ku tevî her astengkirinan û êrişên qeleş jî beşdarî vê pîrozbahiya demokrasiyê ya mezin bûne bi dilgermî silav dikin. 
 
HDP REMZA RÛMETÊ YE 
 
Meclisa me ya partiyê ku tevî vê serdema zehmet û tevlihev jî hilberîna polîtîk bi serkeftî pêş xist, hevserokên me, meclisên me yên jin û ciwanan, rêhevalên me yên li her bajar, navçe û taxan vîna gel birêxistin kirin, kirdeya pêvajoya berxwedana demokratîk û hewldanên nû ku bi kongreya mezin tacîdar bû ne. Gel û jinên ku li dijî vê zilma faşîst a li dijî mirovahiyê mîna sembola rûmet û biryardariyê sekinîn jî HDP bi xwe ye. Xwediyên esasî yên serkeftinên heta niha û ji vir û şûnde ne. 
 
Hewceyî bi gelek gotinan nîne. Em hatin astekî wisa ku dê yên herî baş û herî birûmet li ber xwe didin bi ser kevin. Jiyan û heqîqet şahidê me ye ku HDP ne tenê bi dayîna windakirinê lê serkeftinê baş dizane. Me gelek xelekên agir derbas kirin û em dikarin dîsa jî derbas bikin. Me gelek bendav hilweşandin û dîsa hilweşînin. 
 
HDP GEL E KESEK NIKARE ZEHFT BIKE 
 
HDP gel e û kesek nikare wê zehft bike. Gelên me, ciwanên me û kedkarên me di têkoşîna diyarkirina qedera xwe de keleheên me yên herî xurtin... Yên ku di serdemekî wiha zehmet de ketine ser rêya sêyemîn a ku HDP’ê vekiriye, dê rêya siyaseta ku ji girtîgehan heta kolan û Meclisê, li ber tu kesekî serî natewîne ava bikin. Em bi ji dil û can dibêjin ku dê tola Denîza me ya ku bûye hedefa guleyên nefreta faşîst, hêjayên di qadên mitîngan de hatine qetilkirin, gelê me yê li Pirsûsê hatiye lînckirin û bi îşkenceyê hatiye kuştin dê li erdê nemîne. 
 
DÊ ÎRADEYA WE BIBE QÊRÎNA AZADIYÊ 
 
Em baş dizanin ku dengê we yê bilind dibe û îradeya we dê hemû kilîdan veke. Ev dengê we dê ji bo bi hezaran girtiyên siyasî yên li zindanan û li dijî dîlgirtina birêz Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin mîna qêrîna azadiyê olan bide. Helbet dê edalet bi saya têkoşînê pêk bê. Em bi vê hêvî û baweriyê we tevan ji dil û can silav dikin.” 
  
BALKIŞANDIN SER JIYANA AZADÎXWAZIYA JINÊ 
 
Siyasetmedarên jin ên li Sîncanê jî ji ewil hemû beşdar silav kirin û gotin ku dê kongreya wan ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên gel, jin û kedkarên li Tirkiyeyê dijîn, biryardariyeke li ser avakirina jiyana demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê nîşan bide. 
 
Peyam wiha dom kir: “Her çiqas em di girtîgehê de bin jî, li gorî şert û mercên xwe li dijî pirsgirêkên wekhevî, azadî, demokrasî , aştî û wekheviya jinê didomînin. Em pirsgirêkên siyasî-aborî ji nêz ve dişopînin. Hûn li derve û em jî li hundir têdikoşin û di wê baweriyê de ne ku em ê vê pergala zilmê biguherînin. Dem dema wê ye ku ji gundan heta bajaran, ji zeviyan heta febrîqeyan divê em kolan bi kolan têkoşînê mezintir bikin. 
 
Em ê jiyaneke nû bi berxwedan û têkoşîneke hevpar ava bikin. Em hemû rêhevalên xwe yên ji roja destpêkê ya damezirandina HDP’ê heta niha kedê didin bi dilgermî silav dikin û ji bo hevserokan û hemû hevalan jî serkeftinê dixwazin.”