Leyla Guven: Dem dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst e

img
ENQERE - Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo kongreya HDP’ê peyamek şand û wiha got: “Dem dema hesabpirsîna ji vê rejîma faşîst e ku tecrîd li ser tevahiya civakê berbelav kiriye.” 
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Xarpêtê tê ragirtin, ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê peyamek şand. 
 
Guven, di peyama xwe de ku bi rêya parêzerên xwe şandibû de diyar kir ku dema hesabpirsîna ji rejîma faşîst ku ji kurdan heta muxalîf, jin, karker, kedkar û hemû kesên li mafên xwe digerin weke “terorîst” nîşan dide, hatiye. 
 
Peyama Guven wiha ye: 
 
“Rêhevalên min ên hêja û gelê me yê hêja! 
 
Weke 9 jinên kurd ên li Girtîgeha Xarpêtê, em we tevan bi rêzdarî silav dikin û bejna xwe li ber îrade û berxwedana we ya destanî ya li dijî faşîzmê ditewînin. Ji bo kongreya we serkeftinê dixwazin û ji her alî ve rêya we vekirî be. 
 
HELWESTA STRATEJÎK A KURDAN
 
Divê em vê yekê baş destnîşan bikin ku; gelê kurd ne neçarî polîtîkayên rizandinê yên AKP-MH’ê ye û ne jî hewcehiya wan bi pêkhateyên maseya sê ling a çavê wan li desthilatdariyê û ji zikê xwe diaxive heye. Em baş pê dizanin ku HDP dê bi baldarî tevbigere û bi helwesta xwe ya stratejîk ve dê di hilbijartinan de bersiva herî baş bide. 
 
DEM DEMA HESABPIRSÎNÊ YE 
 
Dem dema hesabpirsîna ji vê rejîma faşîst e ku tecrîda heyî bi birêz Abdullah Ocalan da destpêkirin, li seranserî girtîgehan û civakê belav kir û ji her kurdan heta muxalîfan, jinan, karkeran, kedkaran, bi kurt û kurmancî her kesê ji bo mafê xwe têdikoşe weke ‘terorîst’ nîşan dide. Gelê me yê hêja; hêviya xwe qut nekin û li ser bingeheke hevpar hev bigirin û em ê bi pêşengtiya jinan serkevin… ‘Hêvî ji serkeftinê binirxtir e’ û divê em hêviya xwe zindî bihêlin. Serkeftin ji her kesî re.”