Demîrtaş û Mizrakli: Em dê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin

img
ENQERE - Selahattîn Demîrtaş, Selçûk Mizrakli û siyasetmedarên ji Doza Kobanê li girtîgehan tên ragirtin, ji Kongreya HDP’ê re peyem şandin û wiha gotin: “Di pirtûka me de teslîm bûn, bîat kirin, têkçûn tune ye. Em dê vê tekoşînê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.”
 
Di 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Enqereyê bi dirûşmeya “Çareserî Em in” pêk tîne de, peyamên Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Amedê ku qeyûm tayînî cihê wî hatiye kirin, Selçûk Mizrakli, siyasetmedarên ji Doza Kobanê li girtîgehan tên ragirtin, endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, berdevkê partiyê yê berê Gunay Kubîlay û Endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK) Alî Urkut ji kongreyê re şandin, hatin xwendin.
 
Peyama siyasetmedarên girtî Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli wiha ye: "Em dîwanê, hemû beşdarvanan û gelê xwe yê binirx ji dil û can silav dikin. HDP'a ku heya niha rastî gelek astengiyên dijhiqûqî, dijexlaqî hat û xwe li ser piyan girt, dê bi vê kongreyê bi hêztir meşa xwe bidomîne. 
 
EM DÊ TEQEZ BISERKEFTINÊ TACÎDAR BIKIN 
 
Em jî dê ji zindanê deng bidin têkoşîna ku di pêşentiya gelê me de tê meşandin. Di pirtûka me de teslîm bûn, bîat kirin, têkçûn tune ye. Yên ku vîn, wijdan û tekoşîna vî gelî biçûk dîtine careke din xapiyane û dê ji vê rojê şûnda jî rewş cudatir nebe. Heya ku desthilata zilmê serûbin bikin, heya ku demokrasî, aşitî û azadiyan pêk bînin em dê li ber xwe bidin. Em dê bi partî û gelê xwe re dest bi dest, dil bi dil vê tekoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Em bi vê munasebetê tevahî qedemeyên rêveberên partiyê û rêveberiya ku dê bê hilbijartin pîroz dikin, ji wan re serkeftin û hestên xwe yên piştgiriyê dişînin. Kongreya me li gelê me û dostên me pîroz be. Em silav û heskirinên xwe yên gerim dişînin û hêvî dikin ku em ê di siberojên azad de hev bibînin." 
 
HDP PÊŞEROJÊ RONÎ DİKE 
 
Siyasetmedarê ku ji Doza Kobanê li girtîgehê tên ragirtin jî ji kongreyê re peyam şandin û wiha gotin: "Hevalên hêja û dostên binirx, HDP remza rizgeriya mirovahiyê ya yekane ya van axan e. HDP roniya fikra ku rê nîşan dide û projeksiyona ku pêşerojê ronî dike ye. Hêza tu kesê nikare vê projeksiyonê vemirîne.
 
DIVÊ RIYA AŞTIYA MAYÎNDE BÊ VEKIRIN
 
Ger ku Tirkiye bixwaze sedsala 2’yemîn a Komarê qezenc bike divê di pêvajoya hilbijartina tê de, pirsa ‘Di sedsala 2’yemîn de em dixwazin di Tirkiyeke çawa de, di komareke çawa de bijîn’ bipirse. Divê Tirkiye vîna siyasî û civakî ku pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bike û komarê bi demokrasiyê tacîdar bike, nîşan bide û rêya aştiya mayînde veke. 
 
Yên ku berê xwe didin behrên mezin, dizanin ku dê bi pelên mezin re rûbirû bimînin û di pêlên mezin de avjeniyê bikin. Tenê bila rûyê me spî, serê me bilind, dilê me paqij be. Bi vê munasebetê em ji 5’emîn Kongreya Xwe ya Mezin re serkefitinê dixwazin. Em ji we hemûyan re silav û heskirinên xwe dişînin. Serkeftin hevalno."