Di kongreya HDP’ê de cih li hundir nema: Yên ku dibêjin kurd nînin bila werin vê derê û bibînin

img
ENQERE - Bi deh hezaran kes beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê bûn û ji ber ku li hundir cih nema, bi hezaran kes li derve man. Ji 7 salî heta 70 salî beşdaran xelekên govendê gerandin û diyar kirin ku li dijî înkarkirina kurdan, tecrîd, zext û siyaseta şer li qadan in. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin bi dirûşma “Çareserî em in” li Eywana Werzîşê ya Enqereyê li dar dixe. Ji gelek deverên Tirkiyeyê bi hezaran kes beşdarî kongreyê bibin û cih li eywanê nema. HDP’ê li derveyî eywanê platformek danî û bi hezaran kesan li wê platformê kongre guhdarî kirin. 
 
Ji 7 salî heta 70 salî hemû kesî axaftinên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar guhdarî kirin. Di dema axaftinan de gelek caran dirûşma “HDP gel e û gel li vê derê ye” hate berzkirin. Partiyiyên ji ber ku li hundir cih nemabû ji neçarî li derve kongre temaşe dikirin derheqê sedema hatina xwe de axivîn. 
 
‘HÛN NIKARIN HDP’Ê BIGIRIN’ 
 
Welatiya bi navê Belkis Onat ku ji Mêrsînê beşdarî kongreyê bûye diyar kir ku bi tevlibûna hezaran kesan re zexta desthilatdariyê jî vala derketiye û wiha got: “Me îro careke din dît ku HDP tu carî nahilweşe û kesek nikare serî pê bide tewandin. Ji her devera welat bi hezaran kes herikî vê derê. Ne kurd û ne jî HDP tu carî bêzar nabin û dê kesek nekare partiya me bigire.” 
 
‘HETA SEROKÊ ME AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN’
 
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê Beyzo Oruç jî anî ziman ku ji bo aştiyê beşdarî kongreyê bûne û da zanîn ku avakarê aştî û çareseriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Oruç, bi domdarî wiha got: “Kesek nikare HDP’ê bigire. Em xwedî li nirxên xwe derdikevin û aştiyê dixwazin. Heta ku Rêbertiya me azad nebe em jî nikarin azad bibin.”
 
‘EM JI BO AŞTIYÊ HATINE VÊ DERÊ’
 
Ji endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê Halîme Goren jî destnîşan kir ku ji bo aştiyê biqîrin hatine Enqereyê û û da zanîn ku gelek keyfxweş in û dê serkeftin a wan be. Jina bi navê Safiye Demîr ku ji Stenbolê beşdarî kongreyê bûye jî nêrîna xwe wiha parve kir: “Dibêjin kurd tune ne lê kurd hene. Bila werin vê derê kurdan bibînin. Ji Kobanê heta Şengalê me bi hezaran şehîd dan. Her wiha bi hezaran girtiyên me hene. Em aştî û azadiyê dixwazin.”