Ji Ewropayê heta Herêma Kurdistanê peyamên kongreyê: Em bi HDP’ê re ne

img
ENQERE – Nûneriyên partiyên siyasî yên ji Rojhilata Navîn û Ewropayê beşdarî kongreya HDP’ê bûyîn diyar kirin ku di têkoşîna aştî û demokrasiyê de bi HDP’ê re ne û dan zanîn ku bi têkoşîna hevpar re dê tifaqa demokrasiyê xurttir bibe. 
 
Bi deh hezaran kes beşdarî 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ya li Eywana Werzîşê ya Enqereyê bûn. Kongre bi dirûşma “Çareserî em in” hate lidarxistin û li gel tifaqa kurdistanî û tifaqa demokrasiyê, her wiha girîngiya piştevaniya navneteweyî derket pêş. 
 
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya Derve Hişyar Ozsoy mêvanên ku ji Ewropa û Rojhilata Navîn beşdarî kongreyê bûbûn da nasîn. 
 
BIRYARDARIYA TÊKOŞÎNÊ
 
Hevserokê Koma Çep a AP û Hevserokê Partiya Çep a Almanyayê Martin Schirdewan di kongreyê de wiha got: “Ez serbilind im ku dê bangî we bikim. Em îro ji bo ku piştevaniya xwe ya bi we re bi dilgermî bînin ziman hatin vê derê. Em baş ji şert û mercên we yên zehmet agahdar in. Bi taybet jî bi serkeftina we ya di hilbijartinên salên 2015 û 2018’an de hûn hatin astekî wisa ku hikûmeta Erdogan asteng bikin. Ev serkeftinên we yên mezin nîşan dide bê ka hûn di nava kurdan xwedî bingehekî çiqas xurt in. Hûn têkoşîna xwe di nava zextekî giran de didomînin. Hûn li dijî Erdogan bi rolekî mezin radibin. Hewl didin partiya we bigirin û kesên hatine girtin hene. Girtina Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Osman Kavala nayê qebûlkirin. Em silav û piştevaniya xwe ji her kesî re dişînin. Em ê ji bo azadiya wan têbikoşin.” 
 
DÊ TIFAQA DEMOKRASIYÊ XURTTIR BIBE 
 
Seroka Tifaqa Azad a Ewropayê (EFA) Lorena López de Lacalle jî di serî de Hevseroka KCD’ê Leyla Guven, Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên Berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag silav kir û ev tişt anî ziman: “Em berxwedana Kobanê silav dikin. Rejîma Erdogan nekarî we bide sekinandin û dê nekare jî. Çareserî hûn bi xwe ne. Hûn dê li ber xwe bidin û bi ser kevin. Em di serdemên zehmet re derbas dibin û van kêliyên girîng bi hev re dijîn. Dê tifaqa demokrasiyê xurttir bibe. Em bi we re ne. Dê hûn di 2023’yan de bi ser kevin. Em jî dê bi we re bi ser kevin.” 
 
‘DEMOKRASIYA BÊYÎ HDP’Ê NABE’ 
 
Parlamenterê Koma SD’ê yê AP’ê Thijs Reuten jî diyar kir ku weke nûnerê Parlamentoya Ewropayê beşdarî kongreyê bûye û wiha axivî: “Ji ber têkoşîna we ya ji bo demokrasî û mafên bingehîn gelek endam û rêveberên we hatin girtin. Divê ew kes di zûtirin demê de werin berdan. Azadî ji bo Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din. Demokrasiyeke bêyî HDP’ê li Tirkiyeyê nabe. Em dixwazin Tirkiye bibe dewleteke demokratîk.” 
 
LI SER NAVÊ ÇÎPRAS SILAV ŞAND 
 
Serokê Koma Çepa Yekgirtî yê AKPM’ê George Katrougalos jî li ser navê Pêşengê Tifaqa Çepa Radîkal (SYRÎZA)  Aleksîs Çîpras silav şandin û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku biryarên DMME’yê di zûtirin demê de bikevin meriyetê. Divê Demîrtaş, Kavala û girtiyên di zûtirin demê de werin berdan. Hûn ne tenê bo xwe lê ji bo hemû hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têdikoşin. Dibêjin qey dê we bidin zorê. Lê we çiqas bidin zorê, hûn dê ewqas xurttir bibin. Hûn dê bi ser kevin. Hem ji bo xwe û hem jî ji bo me.” 
 
ME SILAVÊN FILISTÎNÊ ANÎN 
 
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Lubnanê Hanna Garib jî da zanîn ku ji ber beşdarbûna kongreyê serfirazin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku her tim bi we re bin û piştgiriyê bidin têkoşîna we, em ji Bakurê Efrîqeyê Urdûnê hatin vê derê. Di vê dozê de em ê mil bidin milên hev. Me silavên gelê Filistînê yên li dijî siyonîzma Îsraîlê têdikoşin bo we anîn. Li dijî kesên dixwazin HDP’ê bigirin, em ê li cem we cih bigirin.” 
 
JI ÎRLANDAYÊ BANGA ‘HATINA BA HEV’ 
 
Vexwendiyên ji Rojhilata Navîn û welatên Ewropayê nekarîn beşdarî kongreyê bibin jî peyam şandin. Ji Îrlandayê Serokê Sinn Féin’ê Mary Lou McDonald di peyama xwe de bal kişand ser zehmetiyên siyaseta çep û wiha got: “Ji bo ku hemû gelên bindest qedera xwe bi xwe diyar bikin, divê em wer in ba hev. Her wiha divê em xwedî li penaberan derkevin. Ev berpirsyariya me tevan e. Divê wekhevî û azadî her tim hedefa me be. Ez dizanim ku gelên Tirkiyeyê di bin rejîma Erdogan rastî bêedaletiyê tên. Em bi we re ne.” 
 
Piştî axaftinan jî mêvanan bi Hevserokên Giştî yên HDP’ê re bi komî wêne kişandin. 
 
ENDAMÊ MECLISA YEWNANISTANÊ: EM BI HEV RE BIHÊZ IN 
 
Endamê Meclisa Yewnanistanê Foteini Bakadima jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Ez li ser navê DiEM û MeRA25’ê  serkeftinê bo kongreya we hêvî dikim. Rêhevalno, em bi we re ne. Ji bo avakirina pêşerojeke baştir, têkoşîneke hevpar berpirsyariya me hemû demokrat, pêşverû û enternasyonalan e. Tekane amûra ku dê me ber bi serkeftinê ve bibe, piştevaniya navneteweyî ye. Hogirno, em ê bi hev serkevin. Hevalno, em bi hev re bihêz in.” 
 
PEYAMÊN JI HERÊMA KURDISTANÊ
 
Ji Herêma Federal a Kurdistanê Tevgera Goran jî bo kongreyê peyamek şand û kongre pîroz kir. Tevgera Goran di peyama xwe de wiha got: “Hêvîdar in ku kongreya we bibe wesîleya serkeftina gelê kurd û rê li ber aştî û aramiya gelên Tirkiye û Kurdistanê veke. Hêvîdar in kongreya we bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê. Bi hêviya ku kongreya we bibe wesîleya mezinkirina yekitî û piştevaniyê û ji bo we serkeftinê dixwazin.” 
 
‘EM RUHÊ JIYANA HEVPAR DIPARÊZIN’ 
 
Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) jî di peyama xwe de destnîşan kir ku piştgiriyê didin hewldanên HDP’ê yên ji bo ruhê jiyana hevpar. Tevgera Guhartina Neteweyî jî di peyama xwe de kongreya HDP’ê pîroz kir û wiha got: “HDP li Bakur yek ji mezintirîn partiyên kurd e û hêviya gelê me ye. Hêvîdarin ku di kongreya we de ji bo pêşerojê û çareseriyê biryarên xurt bên dayîn.” 
 
Polîtburoya Yekitiya Demokrat a Neteweyî ya Kurdistanê jî di peyama xwe de kongre pîroz kir û hêviya serkeftinê kir. Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê jî kongreya HDP’ê pîroz kir û peyamên piştevaniyê da. 
 
‘ARMANCA HDP’Ê AŞTÎ Û DEMOKRASÎ YE’
 
Polîtburoya Partiya Kedkarên Kurdistanê jî di peyama xwe de hêviya serkeftinê xwest. Buroya Siyasî ya Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê jî di peyama xwe de ev tişt anî ziman: “HDP, ji bo gelên Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê dike armanc. HDP, li gel ewqas zext û zordariyê jî bi polîtîkayeke aqilane her ku diçe bêhtir mezin dibe. Bi hêviya ku têkoşîna HDP’ê li Tirkiyeyê di zûtirin demê de bibe wesîleya aştî, demokrasî û aramiyê.”