Siyasetmedarên ewropî ku beşdarî kongreya HDP’ê bûn: Bêyî Ocalan aştî nabe

img
ENQERE - Parlamentera Partiya Namzetiya Yekitiya Gel a Katalan (CUP) Eulalia Requanti Cura ku beşdarî kongreya HDP’ê bû got: “Hêviya xwe biparêzin. Em bi serkeftina we bawerin. Navnîşana aştî û demokrasiyê Ocalan e.” 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) duh li Enqereyê kongreya xwe ya mezin a 5’emîn li dar xist. Gelek katîvîst û parlamenter ji welatên Rojhilat Navîn, Ewropa û Afrîkaya Bakur tev li kongreyê bûn. Bi hezaran kes li eywana kongreyê dirûşmên çareserkirina pirsgirêka kurd berz kirin. Kesayetên biyanî ku tev li kongreyê bûn atmosfera kongreyê û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me re nirxandin. 
 
GELÊ KURD HÊVIYA XWE DIPARÊZ E 
 
Parlamentera Partiya Namzetiya Yekitiya Gel a Katalan (CUP) Eulalia Requanti Cura diyar kir ku wan di kongreyê de dîtiye ku gelê kurd hêviya xwe diparêze û ew di wê baweriyê de ne ku dê kurd tiştekî biguherînin û vê yekê gelek bandor li ser wan kiriye. Cura wiha got: “Tişta girîng a li dijî dîktatorek wiha ku meriv bisekine, tişta herî pêwîst hêvî ye. Bi hezaran mirov li vir kom bûne û dibêjin ku wê vê pergalê biguherînin. Ev gelek bi nirx e. Hevserokan peyamên di kongreyê de dan, tenê ne ji bo gelên Tirkiyeyê bûn. Di heman demê de peyamên wan ji bo qada navnetewî bûn jî. Li vir peyama yekitiya gelan hat dayîn. Mirovan li vir daxwaza mafên xwe yên mirovî û bingehîn kirin.” 
 
AZADIYA OCALAN 
 
Cura bal kişand ser rewşa Ocalan û girtiyên siyasî û got: “Ji bo azadiya mafê mirovan û azadiya mafên bingehîn, ya ewil divê bê kirin pêwîste Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî ku ji aliye Tirkiyeyê ve dîl hatine girtin azad bibin. Şert û mercên aştî û demokrasiye yên pêş ev in. Demek dirêje ji Ocalan agahî nayê girtin û di bin tecrîdê de ye. Em dubare dibêjin ku tecrîd ne rêya aştiyê ye. Hêviya xwe biparêzin. Em di wê baweriyê de ne ku hûn ê bi ser bikevin. Peyamek min jî ji bo Ewropayê heye. Li mirovên vê eywanê binêrin û hêz û îradeya wan li ber çavan bigirin. Pêdiviya me tenê ev e.” 
 
PEYAMA BO PARTIYÊN MUXALEFETÊ 
 
Hevserokê Partiya Çep ê Parlamentoya Ewropayê û Parlamenterê Die Linke Martin Schirdewan jî destnîşan kir ku peyamên ku Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan dan gelek girîng dîtine û wiha got: “Divê îktidar ne bi şer, bi rêya siyasî û demokratik pirsgirêka kurd çareser bike. Di heman deme de hevserokan peyamên girîng dan partiyên muxalefeta Tirkiyeyê jî. Divê êdî li vî welatî tiştek were guhertin. Divê ku ew jî piştevaniya vê yekê bikin. Hat destnîşankirin ku tekane rêya têkbirina Erdogan ev e. Ez hêvîdarim ku li ber çavan bigirin. Di salên dawî de bi hezaran endam û rêveberên HDP’ê hatine binçavkirin û girtin. Bi hezaran însan mehkûmî sirgûnê hatin kirin. Ez dixwazim hestên me yên piştevaniyê yeko yeko bi wan re parve bikim. Pêwîste Ocalan û hemû girtiyên siyasî tavilê bigihîjin azadiya xwe. Bi salane li Tirkiyeyê mafê mirovan tê binpêkirin û demokrasî hatiye tarûmarkirin. Pêwîste li Tirkiyeyê ev siyaset demildest were guhertin. Em êdî nikarin destûrê bidin binpêkirina mafê kurdan ku qedera xwe tayin bikin.” 
 
‘HÊZA GELAN MEZINTIRÎN E’ 
 
Nûnerê Partiya Çep a Ewropayê û Parlamenterê Syriza Yûnanistanê Nektarios Bougdanis jî da zanîn ku ji ber ew tev li kongreya HDP’ê bûne gelek şanaz in û wiha got: “Ji bo ku min vê atmosferê dît, ez gelek şanaz im. Ji bo ez werim vir, her tim xeyalek min bû. Me li vê eywanê berxwedan û têkoşîna gele kurd ku li dijî otorîteriya li Tirkiyeyê nîşan dide, dît. Ji bo em piştevaniya gelê kurd bikin, hatin kongreyê. Gelê kurd li dijî otorîteriyê, kapîtalîzmê, milîtarîzmê, sînorên girtî, polîtîkayên hovane yên penaberan, polîtîkayên neoliberalê têdikoşe. Her çiqas em wek bi van pirsgirêkên cidî re rûbirû neminin jî lê em jî li Ewropayê li dijî heman zihniyet û pirsgirêkan têdikoşin. Divê em hevpar bixebitin û bi hev re têbikoşin. Ya herî bi hêz gel in.”